Gotina Leyla ya sereke: Çalakiya min berdewam e

  • 14:41 25 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Leyla Guven ku piştî ji girtîgehê derket cara yekem derket pêşberî kamerayan diyar kir ku ew ê çalakiya xwe li derve jî berdewam bike. 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven ku 79 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, piştî ku hat tahliyekirin birin mala wê. Leyla ya li mala xwe bi coş hat pêşwazîkirin kontrola wê ya rojane ya tendirustiyê hat kirin. Derbarê rewşa tendirustiya Leylayê de tu agahî nehat dayîn, lê hat dîtin ku Leyla gelek kîlo daye û li ser piyên xwe jî nikare bisekine. Leyla li gel ku bi zorê li ser piyan rawestiya bi ken û bi nîşaneya serkeftinê kesên ew pêşwazî kirin silav kir.  Herwiha piştî ku Leyla birin malê Hevseroka HDP'ê ya Giştî Pervîn Buldan, Hevserokê DBP'ê yê Giştî Mehmet Alî Aslan, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, parlamenterên HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê serdana wê kirin.
 
Leyla ya ji ajansa me re axivî wiha got: "Ez ê têkoşîna xwe bidomînim, hayê min ji têkoşîna li derve jî heye. Spasiya her kesî dikim. Ez baş im, we hemûyan silav dikim. Lê ji ber ku min hevalên xwe li hundir hiştin û derketim gelek xemgîn im.  Silavê hevalên girtî ji gelê wan re hebû. Meraqa min nekin."