Rapora MPKE’yê ya derbarê Tirkiyeyê de: Rewş xirab e
- 13:25 25 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Giştî ya Meclîsa Parlementer a Konseya Ewropa (MPKE) raporeke ku di derbarê Tirkiyeyê de hatibû amadekirin erê kir. MPKE’yê da xuyakirin ku li Tirkieyê rewş xirab e û divê di serî de Leyla Guven, hemû hilbijêr bên berdan.
Rapora komîsyona çavdêrîkirin a dewletên endamên Konseya Ewropayê ji aliyê 2 parlementeran ve hate amadekirin. Rapora ku bi lezgîn ji aliyê ji Koma Sosyalîst-Demokrat-Keskan Marîanne Mîkko û ji Koma Muhafazekarên Ewropa Nîgel Evans amade kir, piştî ku ji aliyê komîsyonê ve hate erêkirin û şûnde li Desteya Giştî ya MPKE’yê kete danegdanê û hate erêkirin.
Di raporê de bi taybet li ser mijarên çapemenî, mafê mirovan û dewleta hiqûqê ya li Tirkiyeyê hate sekinîn û ev tişt hate gotin: “Divê parlementer û muxalefetên derveyî parlementoyê divê di warê demorasiyê de tev bigerin.”
Di raporê de fikarên di warê mafê mirovan û demorasiya xirab dibe ya Tirkiyeyê hate sekinîn û destlênedayîna 154 wekîlan a hatiye rakirin, hate bibîrxistin.
Her wiha di raporê de fikarên têkildarî Selahattîn Demîrtaş û Leyla Guven jî di nav de ku bi dehan hilbijrê di girtîgehê de li xwe digire û hate gotin ku Leyla Guven ji 8’ê Mijdara 2018’an ve di grevê de ye bi gotina; ‘Ji bo bal kişandina ser nebûna diyalog û gotûbêjeke siyasî ya siyasetmedaran a rastî, serî li rêbazên wiha hatiye dayîn’ xemginiya xwe aniye ziman.
Biryara berdanê ya DMME’yê ya di derbarê Demîrtaş de hate bibîrxistin û bal kişand ser zextên AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên xwecihî de.
Di raporê de bal hate kişandina ser şaredariyên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin û hevşaredarên hatine girtin û bi kurtayî ev bang li hikûmeta tirk hate kirin:
“*Di demorasiyê de divê rêz ji mafên endamên partiyên muxalîf re bê girtin.
*Divê destlênedayîna parlementeran bên parastin, rêz jêre bê girtin.
*Ji ber destlênedaiya parlemeter Leyla Guven li ser biryara têkildarî Parlementer Enîs Berberoglû ya di demek nêzde ji aliyê darazê ve hatibû girtin, li ser erka xwe kar bike.
*Rakirina destlênedana a sala 2016’an a li dij normên Konseya Ewropayê ye parlementer û parlementerên berê heta pêvajoya hiqûqî temam bibin serberst bê berdan.
*Divê Hiqûqa Têkoşînê bi Terorê re li gorî peymana Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bê sererastkirin.
*Divê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya di derbarê Demîrtaş de bikeve meryetê.
*Divê Hiqûqa hilbijartinê, li gorî daxwaza Komîsyona Venedîkê li gel bi azadî kirina wê, di çarçoveyeke baş a îfade û azadiya çapemeniyê de li ber çavan bê girtin.
*Divê benda hilbijartinê ya sînordarkirina muxalefetê ya li Parlementoyê rabike.
*Divê li ser bingeha normên Konseya Ewropayê hevkariyeke berfireh bê kirin.
*Divê stratejiya reforma edaletê temam bibe û bikeve meryetê.
*Plana çalakiya mafê mirovan a nû divê temam bibe û bikeve meryetê.
*Divê reformên Destûra Bingehî a 2017’an li ber çavan re bê derbaskirin.
*MPKE’yê di rêza yekem de neçare ku bersiva fikarên rayedarên tirk bide.”