'Hikumet ji bo tehliyekirinê dereng ma'
- 12:53 25 Çile 2019
- Rojane
AMED - Jinên ku tehliyekirina Leyla Guven a ku ev 79 roj in di greva birçîbûnê de ye, nirxandin wiha gotin:"Hikumet ji bo tehliyekirinê dereng ma."
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 79'an. Leyla Guven îro hat tehliyekirin. Jinan derbarê tehliyekirinê de axivîn.
Hevberdevka Delegeyan a KCD'ê ya Amedê Zelal Bilgin wiha got:"Hikumet ji bo tehliyekirinê dereng ma. Ji bo daxwazên gel bê cih Leylayê ev grev dest pê kiriye. Heta ku daxwaz bên cih em ê serîhildanê bidomînin."
Remziye Tosun a HDP'yî got:"Leyla Guven ev saleke bi awayekî bê hiqûqî li hundur tê girtin. Niha gelek girtiyên din di greva birçîbûnê de ne. Em ê heta ku daxwazên wan bên cih li têkoşîna wan xwedî derkevin."