Gel ji bo Leyla Guven diçin ber Zindana Amedê

  • 11:48 25 Çile 2019
  • Rojane
AMED-Gelê ku bihîst Leyla Guven a ku ev 79 roj in di greva birçîbûnê de ye hat tahliyekirin, çûn ber zindana Amedê. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Leyla Guven a ku ev 79 roj in di greva birçîbûnê de ye hat tehliyekirin. Tevî Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Ebru Gunay, Dilan Dirayet Taşdemir, Remziye Tosun, Dersim Dag û Dayikên Aştiyê gelek kes herikîn ber zindana Amedê.  
 
Girseya ku li ber girtîgehê sekinîne li hêviya derketina Leyla ne. Zindana Amedê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. 
 
Tê payin ku Leyla Guven piştî nîvro ji zindanê derkeve.