'Divê hemû ciwan tevli Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bibin'
- 10:59 25 Çile 2019
- Rojane
HEWLÊR - Ciwanên Tevgera Goran û Yekitiya Demokratîk a Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ku wê beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin diyar kirin ku ciwan dikarin tevahiya civakê bi rêxistin bikin
2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wê di 20’ê Sibata 2019’an li Bakurê Sûriyê bi tevlîbûna gelek rêxistin, partî û tevgerên ciwanan pêk were. Ev konferansa ku ew ê 4 rojan bidome ji milê Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn tê rêvebirin. Ev înîsiyatîf ji gelek netew, ol, rêxistin, partî û saziyên ciwanên pêk tê.
Ciwanên Tevgera Goran bi vîdeoyekê silavên xwe ji bo ciwanên Rojhilata Navîn şand û diyar kirin ku ew ê bi bawerî û bi hêviyên mezin tevlî 2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin. Endamên Tevgera Goran a Ciwanan jî diyar kirin ku ciwan dikarin bi hewldanên xwe bandorê li ser rêxistinbuyîna civakê bike û hemû cihî birêxistin bikin.
Her wiha endamên Tevgera Goran bang li hemû ciwanên Rojhilata Navîn û ciwan, rêxistin û partiyên siyasî yên her hêlên Kurdistanê kir ku bi girseyî beşdarî konferansê bibin.
Yekîtiya Demokratîk a Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê jî bi daxuyaniekê ragihand ku ew ê li dijî polîtîkayên darvekirinê, qetlîam, asîmlasyon,û dagirkeriyê tevlî 2'emîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.