'Zarok ronahiya siberojê ye'
- 10:30 25 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Derbarê Mala Zarokan a Qamişloyê Mamoste Fecriye Xalid û Samiya Mihemed gotin:"Ji bo siberojek azad û aram divê em xwedî li zarokan derkevin. Zarok ronahiya siberojê ye."
Mala Zarokan di Adara 2015'an de li Bajarokê Rimêlanê yê Girkêlega Qamişloyê ji bo zarokên bê malbat hat avakirin. Derbarê Mala Zarokan a Qamişloyê Mamoste Fecriye Xalid û Samiya Mihemed gotin:"Xebata ji bo zarokan berpirsiyariyek girîng e. Divê hemû kes vê berpirsiyariya xwe bînin cih."
'Zarok li vir tên perwerdekirin'
Fecriya Xalid wiha got:"Niha li Mala Zarokan 13 zarok dimînin. Ev zarokan ji Reqa, Tebqa, Dêrazor, Heleb û Efrînê ne. Li vir ji bo çareseriya pirsgirêkên zarokan her xebat tê kirin. Zarok li vir tên perwerdekirin û alîkariya derûnî jî dibînin. Li vir pêdiviyên wekî cil, xwarin û hwd. tê kirin. Dema ku zarok hîn nû tên di warê derûniyê de qet ne baş in. Lê di destpêkê de bijîşkên derûniyê bi zarokan re mijûl dibin."
'Zarok ronahiya siberojê ye'
Her wiha Mamosteya perwerdeya Zarokan Samiya Mihemed balkişand li ser rêbazê perwerdekirina zarokan û got:" Ev zarok hîn temenê wan biçûke ji bo wê jî rêbazekî baş ji wan re divê. Ji aliyê perwerdekirinê de em dixwazin wan li ser fikrekî azad mezin bikin. Ji bo careke din nebin qurbanî ji zehmetiyên vê civakê re, divê em li wan xwedî derkevin. Hêza xwe nas bikin wekî zarokên normal bijîn. Em di heman demê de dersên çand û hunerê jî didin zarokan. Ji bo siberojek azad û aram divê em xwedî li zarokan derkevin. Zarok ronahiya siberojê ye. Xebata ji bo zarokan berpirsiyariyek girîng e. Divê hemû kes vê berpirsiyariya xwe bînin cih."