Evîn Kaya ya: Bila tîrêjên rojê bide rûyê hemû zarokan

  • 09:06 25 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Evîn Kaya ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 41’ê de berdewam dike got: “Daxwaza me pir zelal e. Em dixwazin hemû rûyê erdê û asîman ji rojê têr bibin. Divê êdî tîrêjên rojê bide rûyê her zarokê li vê axê tê dinê.”
 
Evîn Kaya ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ye bi armanca piştgiriyê bide çalakiya Leyla Guven di 16’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê kir û bi rojnameger Kîbriye Evren ku ew jî di roja 41’ê de greva xwe didomîn re hevdîtinek kir.
 
*Hûn dikarin xwe bi kurtasî bidin nasîn?
 
Ez di 1994’an de li Gimgim a Muşê hatim dinê. Cihê ez lê hatim dinê di her alî de cihekî girtî bû. Kesekî di bin bandorek wisa de bijîn jiyana xwe bi armancên teng teşe dike. Di hawirek wisa de çûyîna dibistanê ji bo jinekê luks bû. Ji ber ez jî lûksek bûm min xwe bi şans dît û min xwend. Min lîse li Gimgimê xwend. Zanîngeh li Edîrneyê xwend. Min hişmendiya polîtîk di malbat û derdorê de qezenc kir. Em niha ji malbatê 4 kes girtî ne. 
 
Nakokiyên min berê jiya li vir kûr bûn. Aliyê pêşeng û ronakbîr ê civakê ciwan û ciwanên zanîngehê ne. Divê ev wisa be jî. Lê rewşa ez pê re hatim rû hev ne wisa bû. Ciwan ji rê derdikevin. Di vê wateyê de nakokiyên min mezin bûn. Hişmendiya min a polîtîk veguherî rêxistinbûnê. Her roj kes ji ber nêrînên xwe dihatin girtin. Ez jî wek jinek ciwan ji ber li hember binpêkirina mafan bêdeng nemam îro girtî me. Sedema darizandina min jî ev e ku ez bûm dengê jinên hatin qetilkirin. Ev 4 meh e girtî me.
 
*Hûn di roja 41’ê grevê de ne. Hûn xwe çawa hîs dikin? Rewşa we ya fîzîkî çawa ye?
 
Me mehek greva xwe li pey xwe hişt. Ez bandora li ser bedena xwe hîs dikim êdî. Westandin, êşa serî, lerizîn heye. Wek pêvajoya ewil bedena min êdî tiştên avî zêde qebûl nake.
 
*Hûn di 24 salî de ketin çalakiyek mezin. Tiştên we motîve dikin çi ne?
 
Em niha li zindana Amedê bi Leyla Guven re 4 jin di grevê de ne. Dema Leyla Guven çalakiya xwe daxuyakirin ez nû hatibûm girtin. Çawa min şoka li ser xwe avêt, min jê re got ‘ez ê jî bikevim vê grevê’. Wê jî got ‘hûn ciwan in, nekevin grevê’. Armanca zindanê ev e ku mirovan pasîf bike. Niha derve jî veguhertine zindanê. Îro dîsa Zindana Amedê rola pêşeng dilîze. 
 
* We mehek li pey xwe hişt. Hûn dikarin rewşa rihê xwe niha vebêjin?
 
Me mehek li pey xwe hişt. Çalakiya Leyla Guven di roja 79’an de ye. Ji roja ewil heta niha bi sebra şoreşger hewl didin çalakiya me encamê bigire. Dem bi dem li dora girtîgehê dengê dirûşmeyan tê. Dîsa em ji zindan û cihên cuda nameyan digirin.Bêguman ev dibin moral. Ya herî girîng biryarbûna hevalên me ji me re dibe moral.
 
* Dem çawa derbas dibe, tu çawa dinirxînî?
 
Em bi xwendin, bi nîqaşan û carna jî bi stranan dema xwe derbas dikin. Di demên dawî de pirtûkên bi mijara ‘Dîroka Kurdan’ û ‘jin’ dixwînim. Pirtûka Jack London ‘Demîr Okçe’ û ya Gultan Kişanak ‘Rengê Mor ê Siyaseta Kurd’ xwendin.
 
*Hûn hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hatiye kirin çawa dinirxînin?
 
Di 12’ê Çile de birayê Birêz Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû Îmraliyê. Hevdîtina 15 deqeyî pêk anîn. Armanca wan ev bû ku çalakiyê bidin sekinandin. Lê vê hevdîtinê tecrîd bi giştî ranekiriye. Daxwaza me zelal e. Em dixwazin hemû rûyê erdê û asîman ji rojê têr bibin. Divê êdî tîrêjên rojê bide rûyê her zarokê li vê axê tê dinê.
 
*Peyama we çi ye?
 
Bêguman a ku krîz û kaosê ji holê rabike ciwan û jin in. Yên dîsa bêjin na ew in. Ji ber vê divê jin û ciwan zêdetir xwedî li vê berxwedanê derkevin.