ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2019'AN
- 09:00 25 Çile 2019
- Rojev
*Hevşaredara Akdenîzê ya Mêrsînê Yuksel Mutlu ku qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin, diyar kir ku di 31’ê Adarê de ew ê dîda siyasetek li dijî zîhniyeta yekparêz tercîh bikin û got: “Jinên vî welatî xwedî têkoşînek kûr in. Di 12’ê îlonê de ewil jin daketin kolanan. Riya jinan dirêj e lê ewqas jî rengîn e.” DÎMEN HEYE
*Pispora Xwedîkirinê Gulîstan Tîrek ku ji pisgirêkên xwe yên tenduristiyê bi xwedîbûnek baş û rast xilas bû wiha got: “Xurekên em dixwin rê dide jiyana me. Sedema sereke ya nexweşiyan xurekên em dixwine. Tiştekî organîk nemaye.”DÎMEN HEYE
*Evîn Kaya ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê di roja 41’ê de berdewam dike got: “Daxwaza me pir zelal e. Em dixwazin hemû rûyê erdê û asîman ji rojê têr bibin. Divê êdî tîrêjên rojê bide rûyê her zarokê li vê axê tê dinê.”
*Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê Hulya Alokmen bi lêv kir ku qeyûman hilweşînek mezin hiştiye û wê bikevin pêvajoya vakirina ji nû ve ya vê hilwşînê û ev tişt bi lêv kir: “Em di hawirek dijdemokratîk de ne. Em bi zanebûn ketin vê rêyê. Em ê xebatên xwe bi hev re bimeşînin. Em nabêjin em ji birînan re dibin derman ji ber ku em birîndarin û divê em bi hev re birînên xwe bikewînin. Em soza ku em ê bi hev re birînan bikewînin didin.”DÎMEN HEYE