Wê tevahî jinên Sûriyê di nav tevgerê de bin, Efrînê dê rizgar bibe

  • 17:07 24 Çile 2019
  • Rojane
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Endama Meclisa Jinên Sûriyayê Demokeratîk Dr. Ebîr Hesaf derbarê komxebata ji bo salvgera êrîşên li ser Efrînê nirxandin kir, Ebîrê da zanîn ku bi tevahî jin wê ji bo Efrînê di nav çalakiyan de bin, gelê Efrînê divê vegere ser axa xwe.
 
Komxebata MSD'ê ku doh li hola Zana ya bajarê Qamişlo ji bo yekmîn salvegera êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê lidarixtin, bi tevlîbûna bi dehan rêveberiyên Bakur û rojhelatê Sûriyayê û Partiyên bi dawî bû. Derbarê komxebatê Dr. Ebîr Hesaf nixandin kir.
 
Endmama Meclisa Jinên Sûriyeyê ya Demokratîk Dr. Ebîr Hesaf wiha komxebbat nirxand û got:" Ji bo Yekemîn salvegera êrîşên deweleta Tirk li ser Efrînê Me komxebatek li dar xist. Li ser sê maseyan hat pêşkêşkirin. Ya yekemîn bandora Dagirkirina Efrînê li ser giştî kirîza Sûriyeyê, ya duyemîn Astengî û zehmetiyên ku Jinên Efrînê kişandin. Ya sêyemîn binpêkirina Tirkiyê ji destûra dewletan û ji mafê mirovan re."
 
Ebîrê wiha domand:" Gelek nerînên jinan derketin holê, Ev çalakî bi vî rengî hat diyar kirin çiqas jinên Sûriyê bi hev re tenê ser yek nerînê ew jî aşîtî û aramî ji Sûriyê re ye. Li kêleka hev dû em bisekin û kirîza Sûriyeyê çareser bikin, her wiha gelê Efrînê vegerînên axa wan û ji dagirkeran rizgar bikin."
 
Ebîrê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman;" Efrîn her wê di dilê me de be. Wê her berxwedan li pêşiya me be heta ku Efrîn rizgar bibe. Wê çalakiyên me bi dawî nebin."