Greva birçîbûnê ya Hewlêrê 65 roj li pey xwe hişt

  • 15:33 24 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP'ê ya Hewlêrê di roja 65'an de ji aliyê koma 33'yemîn ve hate dewirgirtin.
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi biryardarî berdewam dikin.
 
Greva birçîbûnê ya Nûnertiya HDP'ê bi heman aramncê dayî destpêkirin di roja 65'an de berdewam dike û îro ji aliyê koma 33'yemîn ve hate diwirgirtin.
 
Endamê Nûnertiya HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz ê ev 65 roj in di grevê de ye, tevî ku rewşa tendirustiya wî ber bi xirabûnê ve diçe jî, bi biryar e heta tecrîd bi dawî nebe berxwedana xwe bidomîne.
 
Di dema dewirgirtinê de endama Nûnertiya HDP'ê Mizgîn Arî axivî û got; "Her ku diçe rewşa tendirustiya Leyla Guven û Yagiz xerab dibe. Lewma pêwîste hemû aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê û kesên ku xwe weke Kurd dibin bibin xwedî helwest."
 
Mizgîn Arî banga hestiyariyê li qada navneteweyî kir û diyar kir ku ji bo ku li Tirkiyeyê, aştî, aramî pêk were û dawî li zextan û binçavkirina were divê zext li Tirkiyeyê bê kirin.
 
Mizgîn Arî got ku heta ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam bike û parlamenter di girtîgehan de bin wê çalakiya wan berdewam bike.