Ji Arjantînê ji bo Leyla Guven nameya piştevaniyê ji bo Leyla Guven
- 12:26 24 Çile 2019
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek rêxistinên çep ên Arjantînî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a di 78 roj e li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ye, nameyeke hevpar nivîsîn û piştevaniya xwe ya bi Leylayê re ragihandin.
Ji bo piştevaniya bi Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven re ku ji bo tecrîda li Îmraliyê ji ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan bê rakirin 78 roj e di greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger de ye, Gelek rêxistinên çep ên Arjantînî bi nameyek ku şandin piştevaniya xwe ragihandin.
Name bi îmzeya Alejandro Bodart û Celeste Fîerro yên ji Tevgera Karker Çep-Sosyalîst a Nû, Vîlma Rîpol a ji Tevgera Çep, Gûîllermo Pacagnînî yê ji Koma Çîna Neteweyî ya Neburokratîk hate şandin.
Nameya ku ji bo Leylayê ji Arjantînê hat wiha ye:
"Ji bo azadî û daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji Arjantînê em dixwazin piştevaniya xwe ya enternasyonal ji we re ragihînin. Polîtîkayên zordar ên hikumeta Erdogan ê dîktator, ne tenê zext û zilmê li Gelê Kurd û lîderên Kurdan dikin, her wiha sîstemeke zordar li Gelê Tirk jî ferz dike. Di parastina mafên we yên demokratîk ên hatine desteserkirin de, em bi we re ne û ji dil we silav dikin."