Çalakiya Leyla Guven di roja 78'emîn de didome

  • 10:23 24 Çile 2019
  • Rojane
AMED  - Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kirye di roja 78'emîn de berdewam dike. 
 
 Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pêşengiya Hevseroka  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de dest pê kiriye her ku diçe li girtîgehan belav dibe. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8'ê mijdarê de dest pê kiribû, di roja 78'emîn de berdewam dike. Piştgiriyên ji bo çalakiya Leyla Guven belav dibe. Li Strasbourg, Hewlêr, Galler, Toronto, Mexmûr û gelek welatên Rojhilata Navîn piştgirî didomin. 
 
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê ya berê Selma Irmak ên ku di Girtîgeha Kandirayê de ne jî ji 15'ê Çileyê heta niha ev roja 10'emîn e ku ketine grava bêdem û bêdorveger. 
 
Leyla Guven ji ber pirsgirêka tenduristiyê vê hefteyê bi malbata xwe re hevdîtin pêk neanî. Ev 14 roj in jî bi parêzerên xwe re nikare derkeve hevdîtinê.