Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Dem ne dema sekna li Arafê ye

  • 09:12 24 Çile 2019
  • Rojane
Safiye Alagaş-Rengîn Azîzoglu
 
STENBOL - Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku ji nû ve hevberdevka HDK’ê hat hilbijartin diyar kir ku rojeva wan a herî sereke têkoşîna li dijî faşîzmê ye û got di dema nû de ji bo daxwazên girtiyên di grevê de zêdetir bê dîtin wê bi pêşengiya HDK’ê înstiyatîf bê avakirin û got: “Kapîtalîzm ji bo krîz û kaosê derbas bikin civak kirine bin lepê qirkirinê. Di vê pêvajoya ku her tişt zelal dibe, divê kes li navînê (araf) nemîne û fêdeya wê ji tu kesî re tune ye.”
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 12-13’ê Çile de bi dirûşmeya ‘Li dijî ked, aştî, azadî û faşîzmê berxwedana civakî’ 9’emîn Lijneya Giştî pêk anî. Di danezana lijneyê de hat diyar kirin ku li dijî faşîzmê berxwedana civakî û her wiha hat gotin ku divê zext û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girtiyan bila dawî bibe.
 
Gulîstan Kiliç Koçyîgît a ji nû ve hevberdevk hat hilbijartin der barê grevên birçîbûnê û rojeva siyasî ya Tirkiyeyê de axivî.
 
*We di navbera 12-13’ê çile de 9’emîn Lijneya Giştî pêk anî. Hûn carek din hevberdevk hatin hilbijartin. Hûn dikarin hinek pêvajoya lijneyê binirxînin?
 
Her lijneya giştî ji bo rêxistinan nûbûne, tezebûne. Ev civînên nirxandinê, derxistina bername û perspektîfên nû ne. Lijneya me jî li ser vê esasê pêk hat. Li gor armanca xwe pêk hat. Nîqaşên gelek cidî hatin meşandin. Biryar hat girtin ku di şexsê Leyal Guven de xwedî li çalakiya greva birçîbûnê bê derketin. Ji bo daxwazên girtiyên di grevê de zêdetir bê dîtin wê bi pêşengiya HDK’ê înstiyatîf bê avakirin. Ligel vê pêvajoya rêxistinî bi awayekî cidî hat nîqaşkirin. Di têkoşîna li dijî faşîzmê de alavên ku hewcedarî pêk hebûn hatin destgirtin.
 
Ji bo pêşeroja nû jî biryar hat girtin ku gelek nîqaş di HDK’ê de bên kirin. HDK wê çawa meşa di rêya xwe de bidomîne? Wê xwe li ku pêk bîne? Wê çawa pêk bîne? Wê bi kîjan alavan pêk bîne? Rê û bazên vê ji aliyê lijneya me ve hat îfadekirin. Di esasa van nîqaşan de rojeva esas faşîzm û têkoşîna li hember faşîzmê derket holê.
 
*We lijneya giştî diyarî Leyla Guven û girtiyên siyasî kir. We çima tiştekî wisa kir?
 
Niha 10 hezar hevalên me girtîne. Bi girtina 10 hezar hevalên me peyamê didin bi mîlyonan. Zîhniyetek rêveberiyê ya terbiyekirina mîlyonan heye. Hewl didin wisa bînin rê. Ev zelal e. Niha jî li vir têkoşîn mezin dibe. Ew jî çi ye? Dibêjin hûn dikarin dîl bigirin lê tu nikarî teslîm bigirî.Tu dikarî bi hemû alavên xwe û rêbazên faşîzan bê ser civakê lê kevneşopiyek berxwedanê ya vê civakê heye. 
Îro jî ev xeta têkoşînê wek a 12’ê îlonê li zindanan derketiye holê. Girtî niha bi bedenên xwe bang li me hemûyan dikin. Bi bedenên xwe diya dikin ku divê em têbikoşin û bên cem hev. Ji ber vê me got divê kongre deng bide vî dengî û di encamê de jî HDK rêxistineke civakî ye. Niha dem dema ku em bikevin nav tevgerê ye. Niha dem dema ku em dengê girtiyan bigihînin civakê ye.
 
*Hûn wek HDK’ê wê di vê pêvajoyê de ji bo berxwedan mezin bibe û dînamîka civakê derkeve holê wê rolek çawa bigirin ser xwe? 
 
Em baş dizanin ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tenê li ser Birêz Ocalan e. Tecrîd tenê li Îmraliyê pêk nayê. Pergala li Îmraliyê niha li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Her dema me di binçavan de ye. Di bin kontrolê de ye. Her diçe hewl didin me ji nasname û hebûna xwe dûr bixin. Hewl tê dayîn tirsekê biafirînin. Me wek HDK’ê ev tespît kir. Ev tespît parçekirina tecrîdê ye, parçekirina tecrîda civakî ye. Rakirina tecrîda civakî ye. Me di kongreya xwe de tespît kir ku hemû meclîsên me yên navend, navçe, tax û bajaran li dijî tecrîdê tev bigerin, îtîraz bikin.
 
Di 19’ê Çile de mîtînga Amedê pêk hat. Di 3’ê Sibatê de li Stenbolê pêk tê. Hemû koordînasyonên me plansazkarên mîtîngê ne. Hemû hevalên me kedê didin. Der barê tecrîdê de jî plansaziyên me ne. Wê panel, sempozyum, civînên gel bên kirin. Seferberiyek heye.
 
*Piştî ku grevên li girtîgehan zêde bûn û piştgiriya civakê jî mezin bû li Îmraliyê hevdîtinek hat kirin. Lê berdewamiya wê nehat. Hûn vê hevdîtinê çawa dinirxînin?
 
Em aşkera bêjin ku ev klasîkek AKP’ê ye. Ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha tecrîdek heye, lê di esasê de em behsa polîtîkayek tecrîdê ya 20 salan dikin. Di 2016’an de jî grevek birçîbûnê pêk hat. Di encama vê grevê de di 11’ê îlonê de bi Birêz Ocalan re hevdîtinek hat kirin. Piştre grev bi dawî bû. Niha hevalên me ji bo rakirina tecrîdê dîsa di grevê de ne. Hevdîtinek biçûk dikin û dibêjin ‘me hevdîtin kir hûn jî dest ji grevê berdin’. Ev hevdîtinên em behs dikin ne diyarî ye. Ev daxwazên rewan e. Hevalên girtîgehê gotin heta daxwazên wan neyên cih wê dest ji grevê bernedin. Em li ser wan daxwazan nikarin tiştekî bêjin. Em wek kesên li derve xwedî li çalakiya wan derdikevin diyar dikin ku ev hevdîtina hatiye kirin bi zelal li holê ye ku ji bo xapandinê hatiye kirin. Em ji rayagiştî ya demokratîk re îfade dikin ku em xwedî li berxwedana wan derdikevin û ligel wan in.
 
*Li cîhanê krîzek pergalî tê jiyîn. Gelên bindest dikarin vê krîza pergalî çawa dikarin ji bo başiya xwe veguherînin? Çawa dikarin ji vê krîzê derkevin?
 
Li cîhanê serobinoyek heye. Divê aloziyê de kapîtalîzmê hemû civak kirine bin lepê xwe. Hemû nirxên civakî nirxên mirovahiyê tên tunekirin. Vê bi destê rêxistinên wek DAIŞ’ê dikin. Mirovahî di bin êrîşek bi alî de ye. Kapîtalîzma çavsor çi dikeve ber wan tune dike. Li dijî vê jî xeta berxwedana hêzên demokratîk heye. Nêzîkatiyek ku teslîm nabin heye. Ev jî li Rojva bi şoreşa jinê pêk hat. Li Ewropayê, li Fransayê em wek Sari Yeleklîler dibînin. Li Hîndîstanê grevên karkeran hene. Li Arjantîn, Îrlandayê wek têkoşîna jinan dertê pêşberî me. Ev ji hev bi bandor dibin. Dibin çavkaniya îlhamê. 
 
Li cîhanê teknolojiya ragîhandinê pêş ketiye û kesên li cîhanê têdikoşin êdî nêzî hev in û bi baldarî hev dişopînin. Em wek bindestên cîhanê divê bên cem hev. Şansek me ya din tune ye.
 
*AKP nêzî 16 salan e welatî bi rê ve dibe. Di vê pêvajoyê de civaka Tirkiyeyê çawa guherî? Li Tirkiyeyê çi hat jiyîn. Çi guherî?
 
AKP di pêvajoyek krîza aborî de hat desthilatdariyê. AKP bi gelek sozên da hat desthilatdariyê. Em dikarin bêjin ku bi tifaqekê hat desthilatdariyê. Ji aliyên cidî piştgirî girt. AKP dema bû desthilat bi cemaetê re meşiya û piştre ketin pevçûnê. Vê veqetînê li Tirkiyeyê demek nû da destpêkirin.AKP’ê bi taybetî piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê şûnde cemaat bi awayekî cidî tasfiye kir û di desthilatdariya xwe de mayînde bû.
 
* AKP 16 salan çawa li desthilatdariyê ma?
 
AKP’ê di vê pêvajoyê de her tim partner guhert. Her tim tifaqên xwe nû kir û di riya ji bo berjewendiyên xwe de meşiya. AKP’ê di 16 salan de hilbijêrên xwe konsole kir. Ev pir baş bi ser xist. Argumana dijminê hundir û dijminê derve ji bo berjewendiyên xwe pir baş bi kar anî.