Girtiyên Girtîgeha Osmaniyeyê: Bila heyet bên li girtîgehê lêkolînê bikin
- 09:04 24 Çile 2019
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN – Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan di pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de li dijî tecrîda li Îmraliyê hatiye destpêkirin berdewam dike. Ji van girtîgehên ku grev li wan tê kirin yek jê jî Girtîgeha Osmaniyeyê ye. Girtiyên li Girtîgeha Osmaniyeyê diyar kirin ji ber di greva birçîbûnê de ne zextên li ser wan roj bi roj zêdetir dibin û xwestin ku heyet xweser ya di nav de bijîşk jî hebin biçe li vê girtîgehê lêkolînê bike.
Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 78'emîn de berdewam dike. Bi armanca rakirina tecrîdê û piştevaniya bi çalakiya Leyla Guven re li girtîgehan girtiyên PKK û PAJK'î jî dest bi greva birçîbûnê kiribûn û çalakî berdewam dike. Piştî destpêkirina greva birçîbûnê zextên heyî yên li ser girtiyan û bi taybet li ser girtiyên di greva birçîbûnê de jî roj bi roj zêde dibin. Girtiyan Girtîgeha Tîpa T ya Osmaniyeyê ku bi riya malbatên xwe banga hestiyariyê li raya giştî kirin xwestin ku heyetek xweser ya bijîşk jî di nav de biçe li girtîgehê derbarê rewşa girtiyan de lêkolînê bike.
Dayika Faruk Engîn ê ku di Grtîgeha Osmaniyeyê ya Tîpa T de ye Şukriye Engîn diyar kir ku lawê wê bi telefonê lê geriyaye û gotiye ku 6 hevalên wan ên di grevê de ne bi îşkenceyê re rûbirû dimînin û her ku diçe rewşa tendirustiya wan ber bi xirabûnê ve diçe. Şukriye di berdewamiya axaftina xwe de tiştê lawê wê jê re ragihand wiha vegot: " 6 hevalên me yên ku ketine greva birçîbûnê rewşa wan roj bi roj giran dibe. Em dixwazin ku çareseriyek bê dîtin. Ger ku wiha berdewam bike dê rewşa hevalên me girantir bibe. Ez neketime greva birçîbûnê, lê ez li vir bi hevalên me yên ku ketine greva birçîbûnê re eleqedar dibim. Li vir em bi îşkencekirina gardiyanan re rûbirû dimînin. Bi taybetî jî îşkence li hevalên me yên ku ketine greva birçîbûnê tê kirin. Ji bo hevalên me yên ku ketine greva birçîbûnê em dixwazin ku heyetek xweser ya bijîşik jî di nav de bê li girtîgehê lêkolînê bike û em banga hestiyariyê di serî de li gelên xwe û raya giştî dikin."
‘Em ê heta kengî rûnên…’
Şukriye, di berdewama axaftina xwe de banga hestiyariyê li gel kir û wiha got: “Ger ku em îro nebin dengê zarokên xwe û girtiyan dê rewşa wan girantir bibe. Divê ji vê rewşê re çareseriyek bê dîtin. Bêdengiya me dibe ku bibe sedema mirinan. Ji bo ku zarokên me yên di girtîgehan de nemirin divê em bibin dengê wan. Xwesteka wan xwesteka me ye. Gelek girtî ketine grevên birçîbûnê û rewşa wan roj bi roj giran dibe. Bila daxwaza çalakgeran bi cih bînin û tecrîda li ser Birêz Abddullah Ocalan bi dawî bikin. Em ê heta kengî rûnên. Bila êdî gel, raya giştî û her kes bi berpirsiyariya xwe bizanibe û li gorî wê bikeve tevgerê.”
‘Berpirsiyarê tişta bê jiyîn AKP ye’
Dayika bi navê Emşa Yuksek ku dayika girtiyê bi navê Sirac Yuksek e jî bi lêv kir ku ew çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda girankirî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye silav dike, daxwaza Leylayê û ya girtiyên di gerevê de daxwaza wan e jî û wiha dirêjî da axafitna xwe: “Zarokên me di girtîgehan de di bin îşkence û zilmê de ne. Zarokên me dixwazin ku tecrîda li ser Serok bê rakirin, parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê pêk bîne. Beriya çend roja birayê Serok Mehmet Ocalan pê re hevdîtin pêk anî. Lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd hatiye rakirin. Îktîdar dixwaze ku vîna me bişkîne. Lê belê zarokên me û Leyla Guven dest ji çalakiya xwe bernedan û em ê jî heta dawî piştevanên zarokên xwe bin û bibin dengê zarokên xwe. Lawê min Sîrac beriya çend rojan bi telefonê li min geriya û got ku 6 hevalên wan ên ku ketine greva birçîbûnê rewşa wan giran dibe. Zarokên me bi tenê azadiyê û rakirina tecrîdê dixwazin. Ger tiştek bi zarokên me bê berpirsyarê wê îkdîra AKP’ê ye.”
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
Jina bi navê Resmiya Baybars jî ku lawê wê Abdulkadîr Baybars di grtîgeha Osmaniyeyê de ye diyar kir ku girtiyan dest bi greva birçûbûnê kirine, roj bi roj rewşa wan gelek giran dibe û wiha got: “ 6 girtiyên li Osmaniyeyê ketine greva birçûbûnê û rewşa wan ber bi xirabûnê ve diçe. Zarokên me yên ku ne di grevê de ne jî ji ber hevalên wan ketine greva birçûnê ew jî weka wan in û tu xwarinê naxwin. Dema ku rewşa zarokên me xirab be rewşa me jî xirab dibe. Em vê zilm û neheqiyê qebûl nakirin. Zarokên me ji bo ku zilm, zordarî û îşkence bi dawî bibe ev çalakî dane destpêkirin. Kurê min nexweşe û dibêjin ku bi kelepçeyê dixwazin tedawî bikin û ew jî qebûl nake. Em êdî dixwazin ku dawî li vê îşkence û zilmê bê. Çareseriya vê jî li Îmraliyê ye û em dixwazin ku ev tecrîd di demek nêz de bê rakirin. Lawê min dema bi telefonê bi min re axivî diyar kir ku divbe we jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger bike. Em naxwazin ku cenaze ji girtîgehan derkevin û em çareseriyê dixwazin."