'PYD xeta wekhevî û azadiyê ye'

  • 09:01 24 Çile 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya PYD'ê Xewla Ziyab derbarê amadekariyên ji bo lidarxistina kongreya PYD'ê û rola PYD'ê ya di nava civakê de axivî û got:"Rol û misyona PYD'ê ya ji bo civakê gelek girîng e. PYD xeta wekhevî û azadiyê ye."
 
Di 29'ê Çileyê de dê li Til Temirê Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bê lidarxistin. Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Til Temira Hesekê Xewla Ziyab derbarê amadekariyên ji bo lidarxistina kongreya PYD'ê û rola PYD'ê ya di nava civakê de axivî û got:"PYD'ê rastiya civakê hînî civakê kir û rêya azadiyê nîşan da."
 
Xewlayê wiha got:"Di serdema Rejîma BAAS'ê de civak gelekî dihat çewisandin. Tu rol û misyona civakê nemabû. Tenê bi destekî civak dihat birêvebirin. Gelê Kurd bê nasname hatibû hiştin. Lê bi Şoreşa Rojava û avakirina PYD'ê di nava civakê de wekhevî û azadî hat avakirin û civak bû xwediyê mafê gelek tiştî. Têkoşîna PYD'ê zihniyeta serdest têk bir. Dewletên ku tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin PYD'ê wekî 'terorist' bi nav dikin. Lê di esasê xwe de yên ku terorê dikin ew in."  
 
'Hêzên derve dixwazin temenê kirîzê dirêj bikin'
 
Xewlayê di dewama axaftina xwe de wiha got:"Em her tim diyalogê esas digirin, di çareserkirina kirîza Sûriyayê de jî bi hêz û îradeya gelê Sûriyeyê divê pirsgirêk were çareserkirin. Hêzên derve dixwazin temenê kirîzê dirêj bikin. Li ser esasên projeya netewa demokratîk dikare kriz bê çareserkirin. Ji bo ev krîz çareser bibe em gelek xebitîn. Me gelek civîn li dar xistin. Di qada perwerdeyê de me xebatên girîng kirin. Rol û misyona PYD'ê ya ji bo civakê gelek girîng e. PYD xeta wekhevî û azadiyê ye. PYD'ê rastiya civakê hînî civakê kir û rêya azadiyê nîşan da."