Ji bo Euêş Şihab li Şehbayê merasîm hat lidarxistin
- 15:50 23 Çile 2019
- Rojane
Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Endama Asayişa Jinê ya Helebê Euêş Şihab jiyana xwe ji dest da. Bi sedan welatiyên Efrînê beşdarî merasîma cenazeyê Euêşê bûn.
Endama Asayişa Jinê ya Helebê Euêş Şihab a ji Bajarê Humsê jiyana xwe ji dest da. Bi sedan welatiyên Efrînê beşdarî merasîma cenazeyê Euêşê yê li Ehrazê bûn. Di merasîmê de bi sedan welatiyên Efrînê û Şehbayê, Malbatên Şehîdan, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk amade bûn. Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê li ser navê Saziya malbatên Şehîdan, û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Kefer Naya axavtin hat kirin.
Jina bi navê Melek Elwiş wiha got:" Em wek dayîkên Şehîdan soz didin li ser rêya Şehîdên xwe bimînin û canê xwe ji bo axa xwe feda bikin. Îro me Şehîd Euêş spart axê.Ev yek wekhevî û yekîtiya gelê bakur û rojhelatê Sûriyayê nîşan dide. Em her li ser şopa şehîda ne."
Her wiha dayîka têkoşer Ronî Efrîn Zeyîneb Mihemed Şêxo wiha dibêje:" Em wek dayîkên Şehîdan 58 rojan di berxwedana Serdemê de me li ber xwe da, îro jî me soza xwe di Merasîmê Şehîd Euêş nû kir, ku heta dawiyê li ser şopa Şehîdan berxwedanê bidomînin. Em ê çekê rakin û li dijî dagirkeriyê bisekinin."
Dayîka Berxwedêr Arjîn Efrînê Emîne Mihemed got:" Em tevahî tekoşerên ji bo azadîyê şehîd bûne, bi bîr tînin. Em ê jî wek zarokên xwe canê xwe feda bikin û çekê rakin, dawiya dagirkeran li ser axa xwe bînin."