'Em ê di 3'yê Sibatê de li qada Bakirkoyê bibin dengê Leylayê
- 15:04 23 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Rêxisina HDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li gelek girtîgehan belav bûye a li dijî tecrîda li Îmraliyê starta Mîtînga ku wê di 3'yê Sibatê de li Qda Azadiyê ya li Bakirkoyê bê lidarxistin da û banga tevlibûna mîtîngê li her kesî kir.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê li dar xistiye û li gelek girtîgehan belav bûye, bi daxuyaniyeke ku li avahiya xwe li darxist starta mîtînga ku wê di 3'yê Sibatê de li Qda Azadiyê ya Bakirkoya Stenbolê bê lidarxistin da.
'Divê her kes li dijî zordestiyê dengê xwe bilind bike'
Di civînê de Hevberdevkê HDP'ê Saruhan Oluç, diyar kir ku ji bo bibin dengê girtiyên di grevê de dê di 3'e Sibatê de mitîngê pêk bînin û wiha got: "Ji bo em faşîzma AKP-MHP'ê bi sînor bikin ev gavek e. Leyla 77 rojin li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye. Niha hatiye sînorê krîtîk. Leyla niha li dijî tecrîdê di grevê de ye. Ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha Birêz Abdullah Ocalan di bin tecrîda giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li ser Birêz Ocalan e. Li ser hemû gelê kurd û gelê Tirkiye ye. Ev tecrîda giran nayê qebûlkirin. Hêj Wezareta Dadê daxwaza heyeta bijîşkan a serbixwe qebûl nekiriye. Em nikarin destûr bidin ku daxwazên Leylayê bê bersîv bimîne. Ger ku tiştekî neyînî bê serê Leylayê berpirsiyar rayedar in. Em bang li Baroyên Tirkiye û Rêxistinên Demokratîk ên Tirkiye dikin ku bêdeng nemînin. Em dibêjin li hemberî daxwazên Leylayê û girtiyên din gavan bavêjin. Tecrîd şer e. Krîza aborî ye. Ger ku hûn li dijî tecrîdê bêdeng bin berpirsiyar hûn in jî. Divê her kes tev li vê mitîngê bibe û li dijî van zext û zordariyê dengê xwe bilind bikin. Divê her kes li dijî tecrîda heyî nerazîbûnên xwe bînin ziman. Em bang li her kesî dikin ku di 3'ê Sibatê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê tev li mîtîngê bibin."
'Daxwazên Leylayê Rewa ne'
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Danış Beştaş jî anî ziman ku daxwazên Leylayê rewa ne û wiha got: "Yên ku li hemberî daxwazên Guven bêdeng bimînin û yên tecrîdê giran dikin bi heman ferasetê tev digerin. Ger ku tecrîd neyê şikandin dê civak bişkê. Bi taybetî bang li gelê Stenbolê dikim. Divê em hemû dengê xwe li qadê bilind bikin. Ger tecrîd bidome şer jî dê bidome. Tecrîd şer e. Her kes berpirsiyar ke ku dengê Leyla Guven bilind bikin. Em bang li her kesên aştî, başî û aramî û xweşiyê dixwazin dikin ku di 3'ê Sibatê de tev li mitingê bibin."
Parlamentera HDP'ê Remziye Tosun jî bang li her kesi kir ku tevli mîtîngê bibin û li daxwazên Leyla Guven xwedî derkevin.