Derbarê berxwedana serdemê de MSD'ê civîn li dar xist

  • 14:43 23 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Derbarê berxwedana serdemê de MSD'ê li Qamişloyê civîn li dar xist.
 
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Qamişloyê civîn li dar xist. Desteya Nîştimanî Erebî, Endamên Rêveberiya Mala Êzidî, Jîneolojiyê, MSD'ê, Rêveberiya Jinê, Meclîsa Giştî, Nûnerên Mala Jin a Suryanî û gelek kes beşdarî civîne bûn. Civînê li Hola Zana ya Bajarê Qamişloyê dest pê kir. Di civînê de rewşa Efrînê, êrîşên li ser Efrînê, rewşa jinên Efrînê hat nîqaşkirin. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Endama Koordînasiyona Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Lîna Berkat axivî, Lîna bi xêrhatina kesên hazir kir û got:" Efrîn hate dagirkirin lê dewleta Tirk wê nikarîbe armancê xwe pêk bîne. Ji ber îradeya gel û jin ji her tiştî xurtir e, em jî wek jin bi Şehîdên xwe Avesta Xabûr, Barîn Kobanê ser bilind in. Em di heman demê de çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven slav dikin."
 
Paşê dîwan ji du kesan pêk hat. Maseya yekemîn ji aliyê D. Ebîr Hesaf ji bo li ser gef û êrîşên li ser Efrînê bê nîqaşkirin hat avakirin. 
 
Civîn bi nîqaşan didome.