45 jin ji bo Leyla Guven di grevê de ne
- 12:35 23 Çile 2019
- Rojane
AMED - Çalakiya Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan bê rakirin dest bi grevê kir, di roja 77’an de berdewam dike. Piştî Leyla Guven dest bi grevê kir, li gelek girtîgehên din 45 jinên din jî bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya wê dest bi grevê kirin.
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan bê rakirin, di 8'ê mijdarê de dest bi grevê kir û 77 rojin çalakiya xwe ya bêdawî û bêdorveger berdewam dike. Piştî Leyla Guven dest bi çalakiyê kir û heta niha 234 girtiyên siyasî li girtîgehên cuda û di dîrokên cuda de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Ji girtiyên dest bi çalakiyê kirin ligel Guven 44 jin in. Bi giştî 45 jin di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
Rojnameger Kibriye Evren 39 ron in di grevê de ye
Rojnameger û Edîtora JINNEWS'ê Kibriye Evren ku di 9'ê Cotmeha 2018'an de di serdegirtina malê de hat girtin, di 16'ê Kanûnê de li Girtîgeha tîpa E ya Amedê dest bi gervê kir. Kibriye, 39 roj in çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdawî bû bêdorveger berdewam dike.
Selma û Sebahat ev 8 roj in di grevê de ne
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratik (DBP) Sehabat Tuncel û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak ku dema operasyona li dijî HDP'ê ya 6'ê mijdara 2016'an şermezar kirin û hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandirayê di 16'e Çile de dest bi greva birçîbûnê kirin. Tuncel û Irmak 8 rojin di grevê de ne.
Jinên di girevê de ne wiha ne:
8'ê Mijdarê
Girtîgeha Tîpa E ya Amedê: Leyla Guven
16'ê Kanûnê
Girtîgeha Jinan a Gebze: Hacer Halil Yusuf, Ruhşan Bozan, Ozlem Ozdemir, Ayten Gulsüm, Ozlem Soyler.
Girtîgeha Tipa F a Hêjmar 1 a Kandira: Necla Atak.
Girtîgeha Tipa E ya Amedê: Kibriye Evren, Evîn Kaya, Hîlal Olmez.
17'ê Kanûnê
Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê: Esma Başkale, Belgîn Kanat, Zozan Kutum, Reyhan Coşmuşlu.
20'ê Kanûnê
Girtîgeha Tîpa T a Burhaniye: Figen Şahin, Emine Kiliç, Gulistan Tekin, Çîgdem Şakar.
26'ê Kanûnê
Girtîgeha Hêjmar 9 a Silivrî. Seyhan Çiçekli.
Girtîgeha Jinan a Şakranê: Rahşan Aydın, Ebru Guden, Gulten Akgun.
Girtîgeha Jinan a Sincanê: Suheyla Taş, Zeliha Ustabaş, Saliha Taşkesen.
Girtîgeha Tîpa L a Patnosê: Saliha Cebe, Dilan Barîn.
5'ê Çileyê
Girtîgeha Tîpa L a Alanya: Nevin Gokçe, Zelal Başboga.
Girtîgeha Jinan a Qeyserî: Berivan Bitmen, Maşallah Erbey, Merge Polat.
Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Bayburtê: Delila Roj Ekmen, Fatma Yildirim, Sevgi Aka Gunduz.
Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê: Dilan Yildirim, Menal Temel, Nurşen Tekin, Hatice Kaymak.
Girtîgeha Tipa E ya Mêrdinê. 2 jinên girtî
8'ê Çileyê
Girtigeha Jinan a Bakirkoyê: Nesrin Akgul, Gurbet Ektiren.
16'ê Çileyê
Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Kandira: Sebahat Tuncel, Selma Irmak