'Em ê wekî xweşkên Leyla Guven têkoşîna xwe bidomînin'

  • 11:24 23 Çile 2019
  • Rojane
Gülistan Azak
 
AMED - Jinên ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven a greva birçîbûnê çalakiya meşê li dar xistin ji aliyê polîsan ve hatibûn derbkirin û bi erdê de hatibûn kaşkirin. Ji van jinan yek jê Gonul Adibeli bû. Gonulu got ew ê wekî xwişkên Leylayê çalakiyên xwe bidomînin û serî natewînin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 77'an. Di 20'ê Çileyê de ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jin li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Amedê hatibûn gel hevdu û çalakiya meşê xwestibûn pêk bînin. Jinên ku li ba girtîgehê hatin gel hevdu jê 15 kes hatin binçavkirin û birin Muduriyeta Emniyeta Amedê. 
 
Jinên ku piştî ifadeya wan hat girtin, kontrola wan a tenduristiyê hati kirin û serbest hatin berdan. Endama Platforma Jinê ya Amed Dicleyê (DAKAP) Gonul Adibelli tiştên ku hatin jiyîn rave kir.  
 
'Em ê wekî xwişkên Leyla têkoşîna xwe bidomînin'
 
Gonulê wiha got:"Êrîşên polîsan ên li dijî jinê nîşaneya zihniyeta baviksalarî ye. Polîsan êrîşî çalakiya me ya li ber Zindana Amedê kirin. Em ê wekî xwişkên Leyla têkoşîna xwe bidomînin. Polîsên ku êrîşî me kirin muameleya dijminatiyê li me kirin. Polîsan piyê min tewandin min got diêşe wan jî got 'ji bo em bişkînin em milê te ditewîne'. Polîsên jin jî heqaret li me kirin. Porên me dikişandin û li me didan. Dema ku em birin kontrola tenduristiyê bijîşk jî heqaret li me kir."
 
'Em ê ji bo nirxên ku em diparêzin heta dawiyê deng derxin'
 
Gonulê da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got:"Binçavkirin ew ê me netirsîne. Em ê heta dawiyê ji bo mafên xwe û ji bo tecrîd bi dawî bibe têbikoşin. Em ê ji bo nirxên ku em diparêzin heta dawiyê deng derxin."