Jinên Lubnanê ji bo Leyla Guven daxuyanî dan
- 10:39 23 Çile 2019
- Rojane
LUBNAN - Jinên Lubananê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin.
Jinên Lubananê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven li Beyrûta Lubnanê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê daxwazên Leyla Guven bên qebûlkirin. Pola Yaqûbiyan, Berpirsa Komeleya Repakê Buşra Elî, Seroka Komeleya Newroz Henan Osman beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Leyla Guven îradeya bi milyonan e. Niha rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e. Ew ji bo azadî, aştî û tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe, bedena xwe da ber birçîbûnê. Divê daxwaza Leyla Guven bi cih bê. Kesayetên wekî Leyla zilmê qebûl nake, her têdikoşe. Ew ji bo jinên cîhanê mînaka berxwedanê ye. Divê em hemû jinên cîhanê dengê berxwedana Leyla Guven bibihîsin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.