Jinên Ereb û Tirkmen:Em ê zihniyeta dagirker têk bibin
- 09:40 23 Çile 2019
- Rojane
Hesna Mihemed-Tolîn Mihemed
ŞEHBA - Jinên Ereb û Tirkmen derbarê êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de wiha gotin:"Bi îrade û yekîtiya gelan em ê zihniyeta dagirker têk bibin. Ew ê Efrîn rizgar bibe."
Jinên Ereb û Tirkmen derbarê êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kirin ku ew dixwazin Efrîn bê rizgarkirin û wiha gotin:"Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hat dagirkirin. Me ev yek tu carî qebûl nekir û em nakin. Heta ku em hebin ji bo Efrîn azad bibe em ê di nava têkoşînê de bin."
'Efrîn a Efrîniyan e'
Jina Ereb a bi navê Emel Ismaîl wiha got:"Gelê Efrînê yê bi rûmet dê tu carî Efrînê ji bîr neke. Em dixwazin Efrîn ji dagirkeran û çeteyan bê rizgarkirin. Felsefeya Rêber Apo felsefeyek azad û pêşketî ye. Li ser esasê vê felsefeyê em ê heta dawî ji bo rizgarkirina Efrînê di nava hewldanê de bin. Efrîn a Efrîniyan e."
'Em dixwazin dîsa Efrîn aram û rizgar bibe'
Jina Ereb Teqwa Ehmed wiha got:"Her roj gelê Efrînê û Şehbayê di nava çalakiyan de ne. Ew bi hêviya rizgarkirina Efrînê dijîn. Li Efrînê jiyanek aram hebû lê dewleta tirk û çeteyan ew aramiya bi dawî kir. Em dixwazin dîsa Efrîn aram û rizgar bibe."
'Em naxwazin dagirker li ser axa Efrînê bimîne'
Her wiha jina Ereb a bi navê Mûna Cafer jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got:"Wê yekîtî û wekheviya gelan dagirkeriyê têk bibe, wê xeyalên Erdogan a avakirina imparatoriya Osmanî pêk neyê. Êdî bes e ji komkujiyên Tirkiyeyê re. Em naxwazin dagirker li ser axa Efrînê bimîne."
'Em dixwazin Efrîn rizgar bibe'
Jina Tirkmen Semîra Hesen wiha got:"Ez jinek Tirkmen im. Ez jî her roj tevlî çalakiyên ji bo rizgarkirina Efrînê dibim. Ez dixwazim Efrîn ji destên dagirkeran û çeteyan bê rizgarkirin. Ji bo min Kurd, Ereb, Suryan, Tirk wek hev in. Tu kes nikare yekîtiya me bi dawî bike. Em dibêjin bila Erdogan û çeteyên xwe ji axa me derkevin. Em dixwazin Efrîn rizgar bibe."
'Li Efrînê jiyanek xweş û aram hebû'
Jina Tirkmen Nede El-Husen wiha got:"Ji bo dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî bi dawî bê em her di nava çalakiyan de cihê xwe digirin. Li Efrînê jiyanek xweş û aram hebû. Lê Erdogan û çeteyên xwe aramî, azadî, aştî û wekheviya gelan a li Efrînê hedef girt. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Ji bo Efrîn rizgar bibe em ê her di nava hewldanê de bin."
'Ji bo Efrîn azad bibe em ê di nava têkoşînê de bin'
Jina Tirkmen Menal Şêxo jî wiha got:"Em êrîş û dagirkeriya li ser Efrînê qebûl nakin. Me soz daye şehîdên xwe em ê xeyalên wan bi cih binîn, em ê rizgarkirina Efrînê diyarî şehîdên xwe bikin.Bi îrade û yekîtiya gelan em ê zihniyeta dagirker têk bibin. Ew ê Efrîn rizgar bibe. Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hat dagirkirin. Me ev yek tu carî qebûl nekir û em nakin. Heta ku em hebin ji bo Efrîn azad bibe em ê di nava têkoşînê de bin."