Li Mêrdînê 1078 hilbijêrên xeyalî derketin holê
- 17:14 22 Çile 2019
- Rojane
MÊRDÎN - Li sê navçeyên Mêrdînê 1078 hilbijêrên xeyalî derketin holê. Rêxistinên HDP'ê yên navçeyên ku tê xwetin li wan dengên xeyalî bên bikaranîn ji 1078 denga îtîraz kirin.
Xebatên hilbijartinên herêmî ku wê di 31’ê Adarê de pêk bên didomin û berî bi çend rojan lîsteyên hilbijêran ên ku hatin daliqandin hatin rakirin. Di lîsteyên hatin daliqandin de hat dîtin ku li gelek bajaran li navnîşanên vala qeyda hilbijêran heye û ji van bajaran yek jê jî bajarê Mêrdînê bû. Hat diyarkirin ku li navçeyên Mêrdînê Stewerê 553, li Mahsertê 141 û li Midyadê jî 384 bi giştî 1078 qeydên hilbijêrên xeyalî hatine tespîtkirin.
Rêxistinên HDP'ê yên navçeyan ji bo 1018 dengên xeyalî ku li van navçeyan hatine tespîtkirin li YSK'ê îtîraz kir.