Li Şengalê civîna ji bo çalakiya grevê hat lidarxistin

  • 17:10 22 Çile 2019
  • Rojane
Delila Axin / Ehlam Haci 
 
ŞENGAL - Li Gundê Hasewikê yê Şengalê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven civîn hat lidarxistin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 76'an. Li Gundê Hasewikê yê Şengalê ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven civîn hat lidarxistin. Di civînê de hat gotin ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe ew ê çalakî bidome.
 
Jina Ereb a bi navê Selha Selman ya ji Gundê Hasewîkê wiha got:"Em wekî jinên Ereb dibêjin ku ev tecrîda li ser Rêber Apo ne helwestek rast e. Divê ev tecrîd bi dawî bibe. Heta bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin."
 
Jina bi navê Hîndbîn Zinavş wiha got:"Ev 76 roj in Leyla Guven li berxwe dide. Divê hemû  cîhan dengê Leylayê bibihîse. Divê Rêber Apo azad bibe. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye."