Meclîsa Kantona Hesekê hat vekirin

  • 16:04 22 Çile 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya 5’emîn salvegera Rêveberiya Xweser navenda Meclisa Kantona Hesekê  bi merasîmekê hat vekirin.
 
Îro bi boneya salvegera 5'emîn Rêveberiya Xweser Navenda Meclisa Kantona Hesekê li Taxa Til Hecer  bi merasîmekê hat vekirin. Endam û rêveberiyên Saziyên Civaka Sivîl, Hevserokê Meclisa Cîbcîkar Ebdil Kerîm Sarokan amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtin Hevserokê Kantona Hesekê Semer Ebdulah, Ebid El-Xenî  Oso, Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Şabo û Hevserokê Meclisa Cîbcîkar Ebdil kerîm Sarokan axivîn .
 
Di axaftinan de 5'emîn salvegera Rêvberiya Xweser û vekirina Meclîsa Kantona Hesekê li gelên  Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê  hat pîrozkirin û diyar kirin ku bi ked û hêza QSD’ê û îradeya gelên bakûr û Rojhilatê Sûriyê  dê serkeftinên girîng werin bidestxistin.
 
Deriyê Meclisa Kantona Hesekê ji aliyê Hevseroka kantona Hesekê dayika Şehîd Hozan Semer Abdullah ve hat vekirin .
 
Merasîm bi stranên şoreşgeriyê yên Koma Botan bi dawî bû .