Rêxistina HDP'ê ya Rihayê: Bila daxwaz bên qebûlkirin

  • 14:43 22 Çile 2019
  • Rojane
RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Wêranşarê, bi daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin xwest ku daxwaza Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di çalakiya greva birçîbûnê de ye bê qebûlkirin.
 
Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê ku li dijî Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin di roja 26'emîn de berdeam dike.  Di heman de mê de bi heman armancê çlakiya Endamê Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê Nasir Yagiz di roja 64'an de li Girtîgehên li welêt û li Tirkiyeyê jî greva girtiyan  di roja 38'an de û ya li Strasbourg û Gallaer jî ya Îmam Şîşîn jî di roja 37'an de berdewam dike.
 
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
 
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Wêranşara Rihhayê, ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek da, di daxuyaniya hat dayîn de parlamentera Rihayê ya HDP'ê Ayşe Surucu, rêvberên partiyê û gelek welatî jî amade bûn. Di çalakiya ku posterên Leyla Guven hatin hilgirtin de, Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Rukiye Dakkak axivî û diyar kir ku rewşa tendirûstiya Leyla her ku diçe ber bi xirabûnê ve diçe. Rukiye diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye got ku divê ev pêkanîn demildet bidawî bibe.
 
'Bi tecrîdê krîz tê kûrkirin'
 
Piştî daxuyaniyê parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî diyar kir ku Leyla ji bo li welêt aştî pêk bê têkoşîneke bê eman dide meşandin. Ayşe di berdewamiyê de anî ziman ku Leyla tevahiya jiyana xwe bi têkoşîna ji bo kurdan berdewam kiriye û niha jî bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ku berdewam dike di rêza herî pêşîn a têkoşînê de cih digire.
 
Ayşe bal kişand ser rewşa greva birçîbûnê jî û wiha got: "Erka herî mezin dikeve ser milê ronakbîr, demokrat, çepgir û sosyalîstan. Di serî de Gelê Kurd û gelên li Rojhilata navîn divê li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi hev re têkoşînê bidin."