Eyşe Hiso: Çalakiya Leyla Guven xêza jina azad e
- 14:19 22 Çile 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Eyşe Hiso diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi navê “herêma ewle” gelên herêmê tune bike û wiha got: “Wê ewlehiya çi pêk bînin? Di herêmê de hebûna Tirkiyê xetere ye. Îro roj dewleta Tirk hebûna gelan hedef digire û dibejê ez ê we tune bikim.”
Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso di 3’yemîn kongereya partiyê ya Amûdê de axivî. Eyşe Hiso di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû delege û mêvanan kir. Eyşe Hiso bal kişand ser pêkhateyên ku tev li kongreyê bûne û wiha got: “Hebûna gelên ku niha di kongreyê de amade bûne, sîstema neteweya demokratîk nîşan dide.”
Eyşe Hiso diyar kir ku yekperestiya dewleta Tirk a dagirker hebûna gelan qebûl nake û wiha pê de çû: “Partiya ku bingehê wê li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin, tê hedefgirtin. Partiya ku di Sûriyê de vîna gel temsîl dike û hevbeşiyê ava dike, PYD’e ye. Hemû pêkhate li ser axa Bakrur û Rojhilatê Sûriyê dijîn. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya neteweya demokratîk ji xwe re hilbijart. Ev proje ji tevahiya Rojhilata Navîn re bûye mînak.”
‘Gelên herêmê li dijî jenosîdê li ber xwe didin’
Eyşe Hiso di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku di kongreya niha de jî diyar dibe sîstema neteweya demokratîk berbiçav e û wiha got: “Dewleta Tirk dagirker piştî dagirkeriya Efrînê niha dixwaze wan herêmên din jî dagir bike. Herêmên ku bi rizgar bûne tên armancgirtin. Hovîtiya li Efrînê berdewamkirina DAIŞ’ê bû. Planên Tirkiyê li Efrînê pûç bûn. Di şexsê şehîd Avesta û Barînan de berxwedan xurt bû. Jenosîda ku dewleta Tirk dixwaze li ser gelê herêmê pêk bîne, vîna gel û berxwedana Şehbayê li dijî wê li ber xwe dide.”
‘Di çareseriya Sûriyê de divê hebûna gel were esasgirtin’
Eyşe Hiso da zanîn ku tu dewlet naxwazin ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe û wiha pê de çû: “Hemû dewlet dixwazin li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriya xwe ferz bikin. Berjewendiyên dewletan li dijî hebûna gelan in. Em jî dixwazin çareseriyê ava bikin û li tevahiya Sûriyê demokrasiyê belav bikin. Di hemû civînên dewletan ên qaşo ji bo çareseriyê hebûna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayê esasgirtin. Heger hebûna gelên herêmê di wan civînan de esas neyê girtin, ew civîn bi giştî pûç dibin. Divê êdî projeya neteweya demokratîk were qebûlkirin û vîna gelên herêmê were esasgirtin.”
‘Daxwaza Tirkiyê herêmeke ji bo tunekirina gelan e’
Eyşe Hiso bal kişand ser “herêma ewle” ku Tirkiye qalê dike û wiha axivî: “Gefên dewleta Tirk a dagirker li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. Tirkiye ji 2011’an heya roja îro gefan li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev herêm bi giştî ewle ne. Ev pêşketinên heyî wê serkeftinên herî mezin bi dest bixin. Dewleta Tirk a dagirker destkeftiyan hedef digire. Her wiha dewleta Tirk a dagirker dibêje em ê cihekî “ewle” çêkin. Wê ewlehiya çi çêkin? Hebûna Tirkiyê di herêmê de xetereyê çêdike. Îro dewleta Tirk hebûna gelan hedef digire û dibejê ez ê we tune bikim. Ji bo we jî “herêma ewle” ku Tirkiye dibêje, herêma tunekirina gelên herêmê ye.”
‘Hezar silav ji Leyla Guvenê re’
Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso di dawiya axaftina xwe de çalakiya Leyla Guven ku 76 roj e di greva birçîbûne de ye, silav kir û wiha got: “Çalakiya Leyla Guven ji bo hemû jinan xeta azadiya jinan diyar dike. Em ê heya dawiyê li ser xeta berxwedana Leyla Guven li ber xwe bidin.”