TSP: Erka me ya dîrokî ye ku em piştevaniya bi çalakgeran re xurt bikin

  • 13:46 22 Çile 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TSP'ê  bi daxuyaniyekê piştgirî da berxwedêrên greva birçîbûnê û diyar kir, wezîfeyeke dîrokî ye ku li her qada jiyanê piştevanî bê xurtkirin.
 
Platforma Dengê Girtiyan (TSP), li ser grevên birçîbûnê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemrgê Leyla Guven li dijî tecrîdê pêk tê, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkoşîna azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê roj bi roj mezin dibe û ev tişt hat gotin:,"Rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê, kirin ku em careke din bala xwe bidin ser girtîgehan."
 
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tecrîda li girtîgehên Tirkiyeyê tiştekî nû nîne û hate gotin, her desthilatdariyê ji bo tasfiyekirina hêzên dînamîk ên civakê û ji bo tirsandina civakê êrîş biriye ser girtîgehan.
 
Herwiha platformê da xuyakirin ku Erdogan girtîgeh bi şoreşger-welatparêzan dagirtine û tecrîdê weke beşek ji zilmê bi kar tîne.
 
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî vê zilmê dest pê kiriye, çalakiyeke mafdar û rewa ye û daxuyanî wiha hat berdewamkirin: "Grevên birçîbûnê yên li Ewropa, Hewlêr, gelemperiya Tirkiye û Kurdistanê nîşan dide ku divê em bi girtiyan re têkoşîna li dijî faşîzmê xurt bikin. Di vê demê de berpirsyariya me ya li pêşberî hemû hevrêyên me yên li dijî faşîzmê bedena xwe dane ber mirinê, zêde bûye. Erka me ya dîrokî ye ku em li her qadê piştevaniyê mezin bikin."
 
Di dawiya daxuyaniyê de di kesayeta Leyla Guven de hemû berxwedêrên li zindanan û qadên cuda yên têkoşînê ku ketine greva birçîbûnê hatin silavkirin.