Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin

  • 13:39 22 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL-Rûniştina doza Ozgur Gundemê hat dîtin. Dadgehê biryara tarloqkirina dozê da. 
 
Rojnameya Ozgur Gundemê bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Gerînendeyên Giştî yên Weşanê Eren Keskin û Huseyin Akyol û Mudura Karê Nivîsê ya rojnameyê Reyhan Çapan hatin darizandin. 9'emîn rûniştina doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 13'emîn dihatin darizandin hat dîtin. 
 
Heyeta dadgehê ya ku daxwaza dozger qebûl kir rûniştin tarloqî 7'ê Gulanê kir.