Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê li Amedê konferansê li dar bixe

  • 12:39 22 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Meclîsa Jinê ya Ciwan a HDP'ê dê bi dirûşma "Bi rihê jina ciwan xwe bi rêxistin bike, tecrîde bişkîne" di 17'ê Sibatê de dê li Amedê konferansê li dar bixe. 
 
Meclîsa Jinê ya Ciwan a HDP'ê dê bi dirûşma "Bi rihê jina ciwan xwe bi rêxistin bike, tecrîde bişkîne" di 17'ê Sibatê de dê li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin a Avahiya Rêxistina HDP'ê ya Amedê konferansê li dar bixe. Tê payin ji her aliyê welat beşdarbûn pêk bê.  
 
Dê li konferansê nasnameya jinê, taybetmendiya jinê, bandora taybetmendiyên kesayeta jinê ya li ser têkoşîna azadiyê dê bê nîqaşkirin. Her wiha dê li ser pirsgirêkên rêxistinbûyinê û çareserkirina pirsgirêkan bê sekinandin. Dê salnemeya çalakiyên derbarê tecrîdê bê diyarkirin. 
 
Dê berî konferansê li herêmên pîlot hevdîtin pêk bên.