Parêzerên Abdullah Ocalan cara 783'yemîn serî li dozgeriyê dan

  • 11:43 22 Çile 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 783'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç bi boneya bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 783'yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi hêcetên cuda nikarin biçin hevdîtina Abdullah Ocalan.