Li Rîzeyê jî 8 girtî di grevabiçîbûnê de ne

  • 11:37 22 Çile 2019
  • Rojane
MARDÎN - Ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê bidawîkirin 8 girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Kalkanderya Rîzeyê 8 girtî di greva bê dem û ne dorveger de ne.
 
Girtiyên PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû berdewam dike. Hatibû zanîn ku bi tevlî Leyla Guven heta niha ji 250 girtiyan zêdetir dest bi  grevê kirine. Ji aliyekî dinê ve jî hat zanîn ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L’ya Kalkandereya Rîzeyê jî  girtiyên siyasî yên bi navê Murat Şîmşek, Erdem Akti, Özgür Eksik, Şiyar Kara, Orhan Şeker, Huseyin Yildiz, Mustafa Turkan û Veysel Guler di 5’ê Çileyê vir de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvege kirine. 
 
Çalakiya wan di roja 17’emîn de berdewam dike.