Serap Mutulu hat berdan
- 09:58 22 Çile 2019
- Rojane
STENBOL - Xwişka Mazlum Dogan, Serap Mutlu ya ku ji ber flamaya kesk, sor û zer li darbesta dayika xwe pêça di 14'ê Çile de hatibû girtin, li ser îtîrazê hat berdan.
Xwişka yek ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Serap Mutlu (70) a ku ji ber flamaya kesk, sor û zer li darbesta dayika xwe pêça bû di 14'ê Çile de hatibû girtin. Parêzerên Serap îtîrazî Dadgeha Mazgêrdê kirin û îtîraz hat qebûlkirin. Piştî biryara ku dadgehê da Serap ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê hat berdan.