‘Leyla Guven ev 76 roj in ji bo me li ber xwe dide’
- 09:19 22 Çile 2019
- Rojane
AMED - Jinan piştgirî dan çalakiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven û bertek nîşanê bêdengiya rayedarên hikûmetê dan. Jinan dan zanîn ku Leyla ji bo Gelê Kurd xwe feda dike û bi lêv kirin ku ew hemû Leyla ne û wê li ber xwe bidin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven bi armanca tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin ev 76 roje ketiye greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Piştî çalakiya Leyla Guven li gelek girtîgehan jî çalakî hat destpêkirin. Piştgiriya herî mezin ji aliyê jinan ve tê dayîn. Berteka li hemberî bêdengiya hikûmetê jî mezin dibe.
Jina bi navê Ayten Gunay daxuyakirin ku wê bi berxwedanê tecrîdê bişkînin û ev tişt bi lêv kir: “Em ligel Leyla Guvenin. Em jin çi ji destê me bê em ê bikin. Heta em hebin em ê têbikoşin. Em ê li cem gelê xwe bin. Em ê bi perspektîfa rêbertiya xwe doza xwe bidomînin. Em li pişt Leylayê ne. Em hemû Leyla ne, em xwedî li çalakiya wê derdikevin.”
‘Leyla xwe ji bo gelê xwe feda dike’
Kadriye Nalîoglu jî daxuyakirin ku wê yek biçin hezar bên, tu car dest ji têkoşînê bernedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîd hem li ser rêbertî, hem li ser civaka tirk û hem jî li ser girtiyan heye. Em aştiyê dixwazin. Em yekitiyê dixwazin. Em demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin tecrîd rabe. Em dixwazin daxwazên Leylayê bên cih. Em bawerin, em ê bi ser bikevin. Em zilmê li kesî nakin. Em çav bernadin mafê kesî. Em dixwazin bi çand û zimanê xwe bijîn. Leyla ji bo me xwe feda dike. Divê demildest daxwazên wê bên cihanîn.”
‘Nikarin me ji riya me bikin’
Jina bi navê Selma Ablay jî destnîşan kir ku daxwazên Leylayê daxwazên mafdarin û ev tişt bi lêv kir: “Em aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Me Leyla Guven hilbijart, me xwest bibe parlamentera me. Em daxwaza tahliya Leylaya Guven dikin. Em daxwaza rakirina tecrîdê dikin. Leyla mafdare. Em ligel wê ne. Bila hikûmet êdî dengê Leylayê bibîhîze.”