‘Yên têkoşîna demokrasiyê dane li ku ne?’
- 09:15 22 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê diyar kirin ku divê zêdetir xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyan bê derketin û wiha gotin: “Tecrîd, kurd, tirk û lazan ji hev cuda nake. Li her kesî belav dibe. Yên ji bo demorkasiyê têdikoşin dema mijdar dibe kurd bêdeng dimînin û piştgiriyê didin polîtîka îmhayê. Lê ger em bi hev re têbikoşin em ê bi ser kevin.”
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger a hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colmêrgê Leyla Guven û 239 girtiyan a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê dabûn destpêkirin didome. Jinan destnîşan kir ku heta tecrîd ranebe wê pirsgirêkên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareser nebin û bang kirin ku ew xwedî li daxwaza Leylayê derdikevin.
‘Li tu derê cîhanê sûcekî mirovahiyê yê wisa tune ye’
Jina bi navê Nurgul Beyaz bi lêv kir ku Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê jiyana xwe daniye holê û niha jiyana wê di xeterê de ye û ev tişt bi lêv kir: “Divê muxalefet demildest bikeve tevgerê. Jinên me xurtin û divê hêzê bidin Leyla Guven. Yên têkoşîna mafên mirovan didin divê piştgiriyê bidin berxwedanê. Ji bo Leyla Guven bijî ev şert e. Li tu derê cîhanê sûcekî wisa yê mirovahiyê tune. Em vê pêkanînê şermezar dikin.
‘Tecrîd kesî ji hev cuda nake’
Muzeyyen Cankul jî daxuyakirin ku tecrîd tirsa dewletê nîşan dide û got tecrîda bandorê li ser hemû jiyanê dike li girtîgehan du car bandor dike. Muzeyyenê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Tecrîd parçeyek polîtîka înkar û îmhayê ye. Kurê min li girtîgeha Dîlokê ye. Wan piştgirî didan grevê. Tecrîd kurd, tirk û lazan ji hev cuda nake. Li her kesî belav dibe. Lê ewil li kurdan belav dikin.”
Nîlgun Akdag jî destnîşan kir ku divê kesên li derve zêdetir bertek nîşan bidin û divê çapemenî zêdetir bi vê mijarê re eleqeder bibe. Nîlgunê her wiha daxuyakirin ku hemû dewletên Ewropa û cîhan li dijî vê neheqiyê bêdeng dimînin.
Emîne Kaçar jî daxuyakirin ku desthilatdarî û çapemenî rojevê bi mijarên cuda mijûl dike û wiha dawî lê anî: “Pergal polîtîka tunekirinê dimeşîne. Ev tecrîd li vir namîne. Ji ber tirsê kes li cem me jî cih nagire. Yên li ser navê demokrasiyê têdikoşin dema mijar dibin Kurd bêdeng dimînin û piştgiriyê didin polîtîka îmhayê.”