Endamên Kongreya Star: Li Efrînê destan hat nivîsandin

  • 09:10 22 Çile 2019
  • Rojane
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Endamên Rêveberiya Kongreya Star derbarê salvegera berxwedana serdemê ya Efrînê de gotin:"Li Efrînê li dijî hemû hovîtî û teknîka pêşketî jin bûn mertalên zindî. Li Efrînê destan hat nivîsandin û ev destan ji aliyê jinên leheng ên Kurd hat nivîsandin."
 
Endamên Rêveberiya Kongreya Star derbarê salvegera berxwedana serdemê ya Efrînê de gotin:"Li dijî bombe û tankên dagirkeran jinên Kurd bejna xwe netewand û li cîhanê deng vedan."
 
'Hemû kesî di nava meşa azadiyê de cihê xwe girt'
 
Endama Kongreya Starê Şêrîn Hesen wiha got:"Efrîn bi reng, netew, ol, bawerîyên cuda dihat naskirin. Efrînê hembêza xwe ji hemû pêkhatiyan re vekiribû. Di Berxwedana Serdemê de jin, zarok hemû kesî li berxwe dan. Meşa azadiyê li Efrînê hat lidarxistin û hemû kesî di nava wê meşê de cihê xwe girt. Di meşê de kesekî serî netewand. Hemû kesî bi yekdengî got 'Em dev ji Efrînê bernadin'. 
 
'Jinan di her kêliyê de xwe bi rêxistin kirin' 
 
Endama Rêveberîya Kongreya Starê Newroz Haşim axivi û wiha got:"Dema mijar dibe Kurd, cîhan bêdeng dimîne. Li ber çavên cîhanê hemû cureyên êrîşî li gelê Efrînê hat kirin. Di serhildana Efrînê de jinên Kurd dîsa rola xwe ya girîng lîstin. Jinên Kurd canê xwe feda kirin lê radestî destên dijmin nebûn. Jinan di her kêliyê de xwe bi rêxistin kirin." 
 
'Hebûna me têkoşîna me ye'
 
Endama Kongreya Star Eyşê Xizne wiha got:" Hebûna me cangorîyên azadîyê û têkoşîna me ne. Em dizanin ku hemû dewletên navnetewî planên qirêj çê kirin û êrîşê Efrînê kirin. Xwestin gelê Kurd tune bikin lê ew negihiştin armanca xwe û ew ê negihêjin armanca xwe. Jinan bi tililiyên xwe heta dawiyê li ser piyan sekinîn. Bedela azadiyê giran e lê em her amade ne ku vê bedelê bidin. Xelata herî xweş ji bo me têkoşîn e."
 
'Li Efrînê destan hat nivîsandin'
 
Her wiha Endama Kongreya Starê Wehîde Xelîl jî wiha got:"Azadî sînoran nas nake. Şer û têkoşîna ji bo azadiyê her heye. Bi êrîşên li ser Efrînê xwestin îradeya gelê Kurd bişkînin lê ev yek dê tu carî nebe. Lê li dijî van êrîşan jinên wekî Fatma Hecî xwe kirin mertal û ji bo ax û gelê xwe canê xwe feda kir. Êrîşên li dijî wekheviya gelan dê tu carî negihêje armanca xwe. Li Efrînê li dijî hemû hovîtî û teknîka pêşketî jin bûn mertalên zindî. Li Efrînê destan hat nivîsandin û ev destan ji aliyê jinên leheng ên Kurd hat nivîsandin. Li dijî bombe û tankên dagirkeran jinên Kurd bejna xwe netewand û li cîhanê deng vedan."