'DAÎŞ'a ku koletî li ser jinê ferz dikir negihaşt armanca xwe'
- 09:03 22 Çile 2019
- Rojane
Sîlva El-Ibrahim
MINBIC - Jina bi navê Emîne Hesen a ku li dijî zihniyeta baviksalarî û zilma çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da wiha got:"Hevserê min ji ber ku lawê min tune bû min terk kir. Ji aliyekî din jî zilm û zordestiya çeteyên DAÎŞ'ê di jiyana min de dibû sedema zehmetiyên mezin. Heta ku Minbic hat rizgarkirin jiyana min dojeh bû."
Her jinên ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin çîrokek wan a cuda hene. Emîne Hesen yek ji van jinên ku xwedî çîrokekê ye. Emîneyê wiha behsa çîroka xwe kir:"Li dijî zihniyeta ku her dem jinê diçewisîne min li berxwe da. Min serî netewand. Niha jî ji bo hêviyên civakê geştir bibe û ji zihniyeta baviksalarî rizgar bibe dixebitim."
'Keda jinê her dem tê desteserkirin'
Emîneyê wiha got:"Dema ku hevserê min ji ber ku 3 keçên min hebû û lawê min tune bû dev ji min berda di heman demê de min li dijî zordetiyên DAÎŞ'ê li berxwe dida. Ji bo keçên min neçewisin, ez di nava hewldanê de bûm. Ji bo ez keçên xwe biparêzim çi ji destên min dihat min dikir. Keda jinê her dem ji aliyê zihniyeta baviksalarî tê desteserkirin. Çeteyan dixwestin ku bi keçên min re bizewicin lê min ev yek qebûl nekir. Min her li dijî wan li berxwe da. Ji ber ku me koletî qebûl nedikir em bi tundî û îşkenceyan rû bi rû dihiştin."
'DAÎŞ'a ku koletî li ser jinê ferz dikir negihaşt armanca xwe'
Emîneyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber ku min koletî qebûl nekir, DAÎŞ'ê biryar dabû ku serê min jê bikin. Min ji keçên xwe bûyer negot. Me birin Cerablûsê ji bo ku serê me jê bikin. Li Cerablûsê hinek jin bi çekan kuştin. Dema ku dikira serê min û çend jinan jê bike, balafirên şer Cerablûs bombe kirin û ez di wê demê de rizgar bûm. Ez çûm li malekê min xwe veşart. Piştre ez bi dizî çûm Minbicê min keçê xwe girt û em li Gundekî Minbicê 3 mehan man. Piştî ku Minbic ji aliyê QSD'ê ve hat rizgarkirin, me bêhnek rehet sitend. Hevserê min ji ber ku lawê min tune bû min terk kir. Ji aliyekî din jî zilm û zordestiya çeteyên DAÎŞ'ê di jiyana min de dibû sedema zehmetiyên mezin. Heta ku Minbic hat rizgarkirin jiyana min dojeh bû. Li dijî zihniyeta ku her dem jinê diçewisîne min li berxwe da. Min serî netewand. Niha jî ji bo hêviyên civakê geştir bibe û ji zihniyeta baviksalarî rizgar bibe dixebitim."