TJA: Em ê têkoşîna jinê bê rawestan bidomînin

  • 17:03 21 Çile 2019
  • Rojane
AMED - TJA'yê derbarê êrîşa polîsan a du di encama meşa ku ji bo Hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê lidarxistin de li wan hat kirin daxuyaniyek weşand û wiha got: "Hûn berxwedana me ya jinê rawestînin."
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Dîlcle Amed a Jinan (DAKAP), duh ji bo piştevaniya bi çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclana daye destpêkirin û di roja 75'emîn de berdewam dike ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ve meş li dar xistibûn. Jinên TJA'yî û DAKAP'yî û parlamenterên HDP'ê li gel êrîşa polîsan heta ber girtîgehê meşiyan. Di encma êrîşa ku hat kirin 15 jin bi derbkirinê hatin binçavkirin û parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî bi heqaret û êrîşa polîsan re rûbirû ma. 15 jinên ku hatibûn binçavkirin du bişev serbest hatin berdan. TJA'yê ku derbarê êrîşa polîsan de daxuyanî da bal kişand ser êrîşên AKP'ê yên li dijî îradeya jinê, siyaseta jinê û nasnameya jinê. 
 
TJA'yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: 
 
"Dem dixwazin vê yekê zelal bibêjin ku di bin çavdêriya dewletê de, tê xwestin ku têkoşîna jinê ya maf tê xwestin bê tasfiyekirin û ji bo ev tasfiye bê kirin bi awayekî hovane êrîşî jinan tê kirin. Li dijî van êrîşan jinan di tevahiya dîrokê de dest ji têkoşînê bernedan. Îro jî wê jin li dijî van êrîşên faşîzan paşve gavê navêjin. Dijberî vê wê jin têkoşîna xwe ya azadiyê bi hêztir bidomînin.
 
Têkoşîna me heta tecrîd bê şinandin wê bidome
 
Me ev têkoşîn li zindanan, kolanan, gundan û li bajaran bi bedelên giran heyî kir. Hûn nikarin me ango têkoşîna jinê rawestînin. Em dîsa bi bîra kesên kudixwazin têkoşîna me rawestînin dixin ku wê bi vê têkoşîna me dijminên gel û jinan têk biçin. Pergala sertest daxwazên aktîvîsta TJA'yê Leyla Guven bi pêkanînên xwe yên zordest dixwaze ku tune bihesibîne.  Bila bizanibin ku têkoşîna jinan a li dijî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, bi tundî, binçavkirin û êrîşan nayê bêdengkirin.Wê têkoşîna me hata tecrîd bi dawî bibe bidome.
 
Di serî de aktîvîstên TJA'yê, em bang li hemû aliyên ku baweriya wan bi aştiyê heye dikin ku li dijî tecrîdê têbikoşin û bi Leyla Guven re têkoşînê mezin bikin."