'Dê serîhildana li zindanan tariyê ronî bike'

  • 12:58 21 Çile 2019
  • Rojane
AMED - Jinên ji bo piştigiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven beşdarî mîtinga ku li Amedê hat lidarxistin bûn, gotin:"Dê serîhildana li zindanan tariyê ronî bike."
 
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 75'an. Ji bo piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên li zindanan di 19'ê Çileyê de li Amedê mîting hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî mîtingê bûn gotin:"Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê Kurd e."
 
'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
 
Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran got:"Şerdên tecrîda giran didome. Ev pergala tecrîdê sînorên Îmraliyê derbas dike. Bandora tecrîdê ya neyînî ya li ser gelan didome. Dê dewletên cîhanê ji ber sûcê tecrîdê bên darizandin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Rewşa tenduristiyê ya Leylayê ne baş e. Divê herkes derbarê vê mijarê de bi hestiyarî tev bigere." 
 
'Girtiyên di zindanan de dengê gel in'
 
Meral Balter a ku ji Stenbolê hat û beşdarî mîtingê bû wiha got:"Ji bo ez bibim dengê girtiyan ez ji Stenbolê hatim. Girtiyên di zindanan de dengê gel in. Divê em jî bibin dengê wan. Dê serîhildana li zindanan tariyê ronî bike. Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê Kurd e."