Xwendevanên Mexmûrê piştgirî dan Leyla Guven
- 12:44 21 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Xwendevanên dibistanên seretayî yên Wargaha Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi nameya ku nivîsandin piştgiriya xwe bi çalakiya gereva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven de ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin re ragihandin.
Xwendevanên dibistanên seretayî yên wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi armanca şikandina tecrîda girinkirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan û ji bo piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya di pêşengiya Hevseroka Kongreaya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guve de hat destpêkirin û di roja 75'emîn de berdewam dike re ragihandin. Xwendevanên ku name nivîsandin bi taybetî ragihandin ku ew çalakiya Leyla Guven û Nasir Yagiz silav dikin, piştgiriyê didin hemû çalakvanên di gerevê de û wiha gotin: "Em çalekiya greva birçîbûnê ya bê dem û nedorveger ya Parlementera Colemêrgê Leyla Guven û endamê HDP'ê Nasir Yagiz silav dikin. Em di kesayeta herdû çalekvanan de ji bo hemû çalekvanên li her qadê bi taybet yên di zindanan de, bi greva biçîbûnê li ber xwe didin silav dikin."
Xwndevanan wiha nameya xwe bi dawî kir: ""Heta tecrîd bi dawî nebe, em ê bi her awayî çalekiyên xwe berdewam bikin. Em weke zarokên Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo tecrîda ku li ser Rêberê me bişkê, wek zarok tişta ku dikeve ser milê me çi dibe bila bibe em amede ne. Heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin em ê çalekiyên xwe berdewam bikin."