Çalakiya grevê ya Şengalê di roja 16’an de dewam dike
- 12:17 21 Çile 2019
- Rojane
ŞENGAL - Çalakiya greva birçîbunê ya li Şengalê ya ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe, ji aliyê YCÊ û YCJÊ dest pê kiribû, di roja xwe ya 16'an de didome.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li Xanesorê ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 16'an de berdewam dike. Îro çalakî ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidî û Yekitiya Jinên Ciwan yên Êzidî ve hate dewirgirtin.
Her wiha piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbunê jî berdewam dikin. Her roj bi dehan welatî û rêxistin serdana çalakvanan dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Her wiha çalakger govenda ji bo azadiyê digerînin.
Çalakiya greva birçîbunê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan li Şengalê, ji 6’ê Çileyê ve li Bajarokê Xanesorê yê Şengalê dest pê kiriye. Rojane çalakî ji aliyê ciwan, sazî û welatiyên Êzidî vê tê dewirgirtin.