Koma 13’an greva birçîbûnê dewir girt
- 11:13 21 Çile 2019
- Rojane
MEXMÛR - Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiribû ji aliyê koma 13'an dewir hat girtin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û ji bo piştgiriya çalakiya Hevseroka KCD’ê û Parlementera Colemêrgê Leyla Guven dest pê kiribû ji aliyê koma 13'an dewir hat girtin.
Beriya ku koma 13’an dewir bigire, berdevka koma 12’an Evin Tayboga axaftinek kir û wiha got: “ Em di kesayeta Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven û endamê HDP’ê Nasir Yağiz de tevahî çalakvanên di greva birçîbûnê de ne silav dikin. Wek tê zanîn ev bi salane agahî ji Rêberê me nayê girtin. Ji ber ku tecrîdek girankirî li ser Rêberê me tê meşandin, ji bo ku em vê tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe bişkînin divê ku em li her qadê û li her cihî çalakiyên xwe hîn xurtir bikîn û berxwedanê mezin bikin.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî Rêber Apo", "Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.