'DAÎŞ'ê hovîtiya herî mezin li dijî jinan dikir'
- 09:15 21 Çile 2019
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Jina Tûnûsî ya bi navê Şeyma Hesen a ku ji destên çeteyên DAÎŞ'ê ve hat rizgarkirin got:"Şervanên Kurd mirovên rast in. Ew ji bo ax, welat û rûmeta xwe şer dikin. Yên wekî DAÎŞ'ê hov, dixwaze wan tune bike. Ez gelek bextewar im ku ji destên çeteyan rizgar bûm."
Jina Tûnûsî ya bi navê Şeyma Hesen a 23 salî ku bi salan di destên çeteyên DAÎŞ'ê de ma wiha behsa çîroka xwe kir:"Min gelek zor û zehmetî dît. Niha ji çeteyan rizgar bûm. Ev ji bo min gelek baş bû. Ez hêvî dikim ku hemû jin ji destên çeteyan bên rizgarkirin."
'DAÎŞ'ê gelek zilim li jinan dikirin'
Şeyimayê wiha got:"Ez di nava malbateke gelek oldar mezin bûm. Loma malbata min nedihişt ez bi derekê de biçim û ez 17 salî zewicandin. Hevserê min got em ê biçin umrê lê ez xapand. Ji Stenbolê em derbasî Dîlokê bûn û ji wir derbasî Sûriyeyê em bûn. Piştî wê jiyan bû dojeh. DAÎŞ'ê gelek zilim li jinan dikir. Zindanek ji bo jinan çê kiribûn. Tecawizî jinan dikirin, ew dikuştin û îşkence li wan dikirin. Piştî ku hevserê min mir şûnde min xwest ez biçim Tûnûsê. Lê malbata min dîsa ez şandin Sûriyeyê ez li vir bi zorê bi yekî navê wî Hemze ye zewicandin. Min ji ber vê rewşê gelek zilim û zordestî dît."
'Bi saya QSD'ê ez rizgar bûm'
Şeymayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku em gihaştin asayişa Sirînê em hatin gel QSD'ê. Em di destpêkê de gelek ji QSD'ê ditirsiyan. Lê piştre me dît ku QSD baş e. Şervanên Kurd mirovên rast in. Ew ji bo ax, welat û rûmeta xwe şer dikin. Yên wekî DAÎŞ'ê hov, dixwaze wan tune bike. Ez gelek bextewar im ku ji destên çeteyan rizgar bûm. Min gelek zor û zehmetî dît. Niha ji çeteyan rizgar bûm. Ev ji bo min gelek baş bû. Ez hêvî dikim ku hemû jin ji destên çeteyan bên rizgarkirin."