1’emîn Mihricana sazîkarî Janyariya tekane bi dawî bû

  • 09:13 21 Çile 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - 1’emîn Mîhrîcana sazikariya Janyarî û tekane bi dawî bû.
 
 Mîhrîcana li bajarê Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo ku li Taxa Xerbiyê ya Bajarê Qamişloyê hat lidarxistin  bi dirûşma “bila dengê muzîkê bilind bibe muzik rawanê Şoreşê ye” bi dawî bû.
 
 Mîhrîcana li bajarê Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mehmed Şêxo ku li Taxa Xerbiyê ya Bajarê Qamişloyê hat lidarxistin  bi dirûşma “bila dengê muzîkê bilind bibe muzik rawanê Şoreşê ye” bi dawî bû. Ev mîhrîcan bi alikariya Desteya Çand û Hunerê û yekitiya HUnermendên Herêma Cizîrê 1’emîn Sazîkariya Sazîkar û Janyariya Tekane  bi tevlîbûna 40 kesî pêk hat.
 
Mîhrîcan bi deqeyek rêzgirtinê hatibû destpêkirin û piştre jî sînevîzyon li ser hunermendê nemir Salih Osê û amadekariya ji bo mihrîcanê hat pêşkêşkirin. Piştre panoramaya Cezayirê û Koma Baramaya ya Suryanî  dilanên ji hemû çandan pêşkêş kirin. Koma Botan jî stranên Şorşegertî gotin. Her wiha hemû hunermendên ku tevlî bibûn stranên xwe pêşkêş kirin.
 Di dawiya mîhrîcanê de li kesên ku hêjayê xelatê hatin dîtin diyarî hatin belavkirin.