Xwendekarên Lîseyê:Pergala perwerdeyê ji zanistê dûr e
- 09:11 21 Çile 2019
- Rojane
ÎZMÎR - Xwendekarên lîseyê yên dema ewil a perwerdê li pey xwe hiştin diyar kirin ku pergala perwerdê ji zanistê dur e û bi pêkanîn û mufredata nîjadperest, zayendpereset û oldar tije ye.
Xwendekaran dema ewil ya sala perwerdê li pey xwe hiştin û xwendekaran bi lêv kir ku perwerde bi pêkanînên zayendperest û newekhev tije ye. Xwendekaran daxuyakirin ku li dibistanan derfetên ku di xêzefîlman de tên vegotin tune ne û bang kirin ku divê xwendekar û malbat li dijî vê dengê xwe bilind bikin.
‘Em ne xwendekar muşterîne’
Elîf Yerlîkaya ya di pola dawî ya lîseyê de dixwîne, destnîşan kir ku pergala perwerdê xwendekaran wek muşterî dibîne û got her tiştên dibistana dewletê jî bûne bi pere û ev tişt vegot: “Hemû alavên dersa perwerda beden, lênûskên stajê bi kurtasî her tişt bi pereyane. Butçeyek kêm ji bo perwerdê vediqetînin. Em nikarin ji kantînan tiştekî bikirin. Rewşa aborî li holê ye. Ji bernameyên tên kirin jî pere tê girtin.”
‘Ji bo zanîngehê dibistana taybet û dersxane şert e’
Elîfê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Perwerde û mamoste ne têr û tije ne. Naveroka pirtûkan paşverû û zayendperest e. Me neçarî dibistanên taybet dikin. Perwerda dibistanên taybet baştir e. Dewlet butçeyê ji dibistanên taybet re vediqetîne. Ji bo em biçin zanîngehê divê em biçin dersxane û dibistanên taybet.”
Melodî Zengîn jî ku ew jî pola dawî dixwîne destnîşan kir ku dewlet ji bo pêşî li dibistanên îmam hatîp vebike her tim mufredat guhertiye û got ji ber her tim pergala ezmûnê tê guhertin nizanin çi bixebitin.
Denîz Tuz jî ev tişt vegot: “Di rêzefilman de dibistanên ku laboratuara wan heye, salona wan ya şano û sporê hene, tên nîşandan. Em jî wisa xeyal dikin. Lê mixabin tu şert û mercên fîzîkî ne dicih de ne. Dibistan ji zanistê dûr ketine, nêzî siyasetê bûne. Destekvanên desthilatdarî û nîjadperestan li dibistanan tirs afirandiye. Hevalên me yên Kurd, nasnameyên cuda û çepgirt dikin bin zextê. Me ev dît. Newekhevî heye. Dema min nû dest bi lîseyê kir mamoteyê min her tim li cil û porê min mêze kir û got ‘hevalên te hemû kur in, tuyê rastî tecawizê bê’. Ez li cem midûr gilî kirim. Mamoste pêkanînên ku tecawizê rewa dike pêk tînin. Bila hevalên xwendekar bêdeng nemînin. Her ku bêdeng bimînin wê zext jî zêde bibin.