'Em ê destûrê nedin dagirkeran'

  • 09:03 21 Çile 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Endama Rêveberiya Meclîsa Til Nesrîyê Ehlam Umer derbarê salvegera berxwedana sedemê de wiha got:" Bi êrîşên li ser Efrînê îradeya azad û deskeftiyên gelê Kurd hedef hatin girtin. Li dijî van êrîşana gelê Kurd heta dawî li berxwe da û ev berxwedana hîn didome."
 
Endama Rêveberiya Meclîsa Til Nesrîyê Ehlam Umer derbarê salvegera berxwedana sedemê de wiha got:"Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statu her roj êrîşên mezin pêk tînin. Herî dawî jî Efrîn dagir kirin. Lê em ê tu carî destûrê nedin dagirkeran. Em ê nehêlin ku îradeya me ya azad dîl bigirin."
 
'Berxwedana serdemê bû mînaka têkoşînê' 
 
Ehlamê wiha got:"Li dijî êrîş û tundiyên mezin gelê Efrînê li berxwe da. Berxwedana serdemê bû mînaka têkoşînê. Me hêz ji Rêber Apo û ji îradeya xwe ya azad girt. Hêviya me qet neşikiya. Me heta dawî li berxwe dan. Çalakiya Avestayê di dîrokê de deng veda. Wê ji bo gelê xwe canê xwe feda kir. Wê bi fedakariya xwe mohra xwe li dîrokê xist. Em ê her li ser şopa şehîdên xwe bin û heta ku em Efrînê rizgar bikin em ê li berxwe bidin."
 
'Her darek zeytûnê bi xwîna şehîdan hatiye avdan'
 
Ehlamê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Her cureyên zilim û şidetê ji aliyê dewleta tirk û komên çeteyên wê li gelê Efrînê hat kirin. Bi êrîşên li ser Efrînê îradeya azad û deskeftiyên gelê Kurd hedef hatin girtin. Li dijî van êrîşana gelê Kurd heta dawî li berxwe da û ev berxwedana hîn didome. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî statu her roj êrîşên mezin pêk tînin. Herî dawî jî Efrîn dagir kirin. Lê em ê tu carî destûrê nedin dagirkeran. Em ê nehêlin ku îradeya me ya azad dîl bigirin."