Endamên Asayişa Jinê ya Kobanê: Em ê her ewlehiya xwe biparêzin

  • 09:01 21 Çile 2019
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Endamên Asayişa Jinê ya Kobanê derbarê ewlehiya bajêr de gotin:"Jin xwedî hêz û baweriyek mezin in. Jin dê bi hêz û îradeya xwe bajarê xwe biparêze. Em ê her ewlehiya xwe biparêzin."
 
Endamên Asayişa Jinê ya Kobanê derbarê ewlehiya bajarê Kobanê de diyar kirin ku li dijî hemû tehdîdan ew bajarê xwe diparêzin û wiha got:"Kesek nikare bi hêsanî aramiya gel têk bibe. Em ê her aramî û ewlehiya bajêr û gel biparêzin."
 
'Ji bo parastinê çi pêwist be em ê bikin'
 
Zîlan Omer got:"Jin di qada parastinê de xwedî cihekî taybet in. Her roj tevlîbûna jinan a ji bo parstina bajêr zêde dibe. Ji bo parastinê çi pêwist be em ê bikin. Em ê her ji bo aramiya gel bixebitin."
 
'Em jin xwedî îrade ne'
 
Zêneb Mustefa wiha got:"Em jin xwedî îrade ne. Em civaka xwe bi îradeya xwe ya xurt diparêzin. Em her di nava tevgerek xurt de ne. Jinên ku ji çeteyên DAÎŞ'ê hatine rizgarkirin jî niha ji bo parastina ax û gel dixebitin."
 
'Em ji tu êrîşan natirsin'
 
Mîdiya Lalo wiha got:"Em ji tu êrîşan natirsin. Parastina gel û welat ji bo gelek girîng e. Jin xwedî hêz û baweriyek mezin in. Jin dê bi hêz û îradeya xwe bajarê xwe biparêze. Em ê her ewlehiya xwe biparêzin. Kesek nikare bi hêsanî aramiya gel têk bibe. Em ê her aramî û ewlehiya bajêr û gel biparêzin."