Çapemeniya Azad serdana nobeda edaletê kir

  • 13:47 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
AMED - Xebatkarên Çapemeniya Azad çûn serdana Nobeda Edaletê ya Amedê. Seroka MKG'ê Roza Metîna di serdanê de axivî û got, "Rastiya ku bi hin cihan re sînordar namîne û li gelek qadan bûye çalakiyeke mezin, xwedîderketina li têkoşînê û îradeya gihandina armanca xwe nîşan dide."
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê ku bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin di roja 75'an de didome. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê malbatên girtiyan û Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUAY DER) ve di 4’ê Kanûna 2023’an de bi heman daxwazê ??hatibû destpêkirin, di roja 65’an de berdewam dike. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat (DFG) serdana Nobeda Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezanê tê li darxistin kirin. Tevî rojnamegeran dayika girtiyê bi navê Şaban Kaygusuz ê  li Girtîgeha Tîpa T a Kayseriyê girtî ye, Sure Kaygusuz jî serdana çalakiyê kir.
 
'Kelecana gelan têkoşîn xurtir kir'
 
Li ser navê rojnamegeran Seroka MKG'ê Roza Metîna axivî û diyar kir ku ji bo piştevaniya çalakiyê ew hatine serdanê û got, "Têkoşîneke mezin didome û berxwedaneke ku roj bi roj mezin dibe heye. Ev berxwedana li gelek qadan bûye çalakiyeke mezin, tê wateya ku têkoşîn hatiye hembêzkirin û gihîştiye armanca xwe. Meşa Azadiyê ya hatiye destpêkirin û ev meşa azadiyê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî bandora xwe dike. Kelecana gel ne tenê îradeya di vê têkoşînê de xurt dike, di heman demê de wê mezintir jî dike. Ewropa jî li ser piyan e. Bi vê yekîtî û hevgirtinê em hevgirtina xwe mezintir dikin û em bawer dikin ku em ê bigihên rojên xweş."
 
Rojnamegerên ku çûn serdana nobedê bi jinên çalakvan re li gel stranan govend gerandin. Piştî rojnameger Roza Metîna stran got û helbest xwend, Dûre Kaygusuz a ji Dîlokê hat jî stranek got.