Meşvana Azadiyê Oznur Bartin: Em ê bigihêjin armanca xwe

  • 09:14 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin - Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Ji meşvanên “Meşa Mezin a Azadiyê” Parlamentera DEM’ê ya Colemêrgê Oznûr Bartin, diyar kir ku divê xwedî li meşê bê derketin û got ku gel ber bi serhildanê ve dimeşe.
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza “Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re Azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 1’ê Sibatê de bi du baskên Wan û Qersê dest pê kir, dewam dike. Meşa Azadiyê ya ku ji herêma Serhadê ber bi Botanê û ji Botanê jî gihîşt Mêrdînê, ji aliyê gel ve bi coş tê pêşwazîkirin. 
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Colemêrgê Oznûr Bartin ku di nava “Meşa azadiyê” de cih digire, li gelek bajar û navçeyan bi gel re têkilî danîn, der barê meşê de nirxandin kirin.
 
‘Ji bo jiyanek azad gel bi dengekî bilin qîr dike’
 
Oznûr, diyar kir ku ji 1’ê Sibatê ve bi du baskên Wan û Qersê dest bi meşê kirine û got, armanca meşê şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li ser bingehê demokratîk e. Oznûr, destnîşan kir ku di destpêka meşê de tevî zextên pergalê jî berxwedan gelekî xurt e û wiha domand: “Xwedîderketin û hesteke mezin hebû. Bi vê moralî me meşa xwe domand. Xwedîderketin her ku çû mezin bû. Ev daxwaza hevpar a Gelê Kurd û gelên bindest şikandina tecrîdê ye. Gelê Kurd bi dengekî bilind diqîre, ku muxatab diyarin ku ev şer bê rawestandin, pirsgirêka kurd çareser bibe û bi hev re jiyana azad ava bikin. Bi taybetî li Şirnexê berxwedana li dijî polîtîkaya mêtingeriyê bi zelalî dît. Me eşkere dît ku ew ji gel ditirsin.”
 
‘Em ê bigihêjin armanca xwe’
 
Oznûr, bi lêv kir ku tevî zextan jî Dayikên Aştiyê, jin, ciwan, gel û esnafan bi tevahî piştgirî dane vê meşê û xwedî derketineke topyekûn heye. Oznûr, wiha pê de çû: “Em di wê baweriyê de ne ku em ê bigihêjin armanca xwe, ji ber ku piştgiriya gel li pişt me heye. Ji bo ev meş bigihêje armanca xwe ne tenê Gelê Kurd divê sazî û rêxistinên din jî beşdar bibin. Armanceke hevpar heye. Li Rojhilata Navîn xitimandinek heye. Ji bo vê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd di zûtirîn demê de dengê hevpar tê bilindkirin. Pêwîste gelê me di vê meşê de cih bigire û piştgiriyê bide, da ku em bi hev re li welatekî azad bi hev re bijîn û mirin çênebin.”
 
‘Gel ber bi serhildanê ve dimeşe’
 
Oznûr, daxuyakirin ku wan bi coşeke mezin dest bi meşê kirine û ev kelecan her ku diçe qat bi qat zêde dibe û destnîşan kir ku di civînên gel de hêviyên gel hebûn. Oznûr, diyar kir ku wan bi moralê ku ji gel wergirtine, meşa xwe bi baweriyeke mezin didomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dizanin ku em di meşeke bi rûmet de ne. Rastî jî bilêvkirina hestên vê meşê zehmet e. Divê êdî kes bêdeng nemîne. Gel ji tundî, zext û qeyrana aborî bêzar bûye û ber bi serhildanê ve dimeşe. Ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi dengekî hevpar heye. Divê ev meş xurtir û mezin bibe. Lewma pêwîste her kes beşdarî vê meşê bibe. Pêwîste her kes piştgiriyê bide meşa ji bo aştiya mayînde, ji bo azadiyê, ji bo bidawîkirina tecrîdê, ji bo hevalên me yên di greva birçîbûnê de, ji bo dayikên me yên li Nobeda Edaletê li ber xwe didin.”