Xizmên Abdullah Ocalan: Bila hevdîtin pêk bên

  • 09:10 9 Sibat 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
RIHA - Ji xizmên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, yên li Amarayê Emîne Ocalan wiha got: “Her kes wî wek mirovekî baş vedibêje. Wek mirovekî têkoşer vedibêjin. Mafê jinan diparêze.” Ferehnaz Ocalan jî daxuyakirin ku divê demildest hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bên destpêkirin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî radestê Tirkiyeyê hat kirin. Di ser komployê de 25 sal derbas bû û ji wê rojê de ye Abdullah Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. 35 meh in tu agahî jê nayê girtin. 
 
10’ê Cotmeha 2023'yan de bi dirûşmeya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtiyan di 27’ê Mijdara 2023’yan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Piştî vê malbatan jî li derve dest bi Nobeta Edaletê kirin.
 
Li her derê cîhanê jî çalakî didomin. Herî dawî jî di heman çarçoveyê de di 1'ê Sibatê de li Qers û Wanê "Meşa Mezin a Azadiyê" dest pê kir û bi coşeke mezin dewam dike. Meş wê heta 15’ê sibatê bidome.
 
Rawestgeha dawî ya meşe wê gundê Amarayê ku Abdullah Ocalan lê hatiye dinê be. Xizmên Abdullah Ocalan yên li Amarayê komploya 15’ê Sibatên nirxandin.
 
‘Me ji mezinên xwe bihist’
 
Emîne Ocalan (52) ku hîna Abdullah Ocalan nedîtiye, da zanîn ku wê Abdullah Ocalan ji mezinên xwe bihistiye û nas kiriye. Emîneyê daxuyakirin ku ew ji ber nêzîkbûna 15’ê Sibatê xemgînin û wiha vegot: “Em dixwazin hevdîtin bên kirin. Bila demildest tecrîd bê şikandin. Bila malbat û parêzer biçin hevdîtinê. Ji ber hevdîtin tune ne em bifikarin. Her kes behsa başiya wî dike. Dibêjin mirovekî pir baş bû.  Dibêjin mirovekî têkoşer bûye û mafê jinan diparast. Mafê hemû kesî parastiye.”
 
‘Divê tevlibûna meşê mezin be’
 
Emîneyê balkişand ser Meşa Azadiyê û wiha dawî lê anî: “Ji ber her kes fikrên Abdullah Ocalan esas digirin, ji wî ditirsin. Divê her kes tevli Meşa Azadiyê bibe. Girse çiqas mezin be wê evqas zû tecrîd bişkê. Divê tevlibûn xurt be. Ew azad nebe em jî azad nabin. Divê tecrîd demidlest bê rakirin. Malbat hevdîtinê bikin.”
 
Şevekê li gund ma
 
Ferehnaz Ocalan (75) jî destnîşan kir ku hevjîn û sê zarokên wê ji Abdullah Ocalan bandor bûne û tevli PKK’ê bûne piştre zarokekî wê jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min cara ewil Abdullah Ocalan dema ku bavê wî wefat kiribû dît. Wê demê hat gund. Wê demê şevekê li gund ma. Bi ciwanan re civîn kir. Niha hevdîtin nayên kirin. Ev me xemgîn dike. Divê hevdîtin bên destpêkirin."
 
‘Apo tu rêxistin kiriye’
 
Ferehnazê di berdewamiyê de ev tişt vegot: “Piştî hevjînê min tevli PKK’ê bû îşkence li min kirin. Ez dibirim îşkence li min dikirin û ez şûnde dianîm. Dijûn dikirin. Digotin ‘Apo te rêxistin dike’. Min jî digot ‘min ew qet nedîtiye, tenê dema bavê wî rehmet kiriye ew carekê li gund dîtiye’. Deriyê min şikadin. Diketin mala min. Kurê min tevli bû. Piştre hevjîn û keça min tevli bûn. Keça min şehîd ket. Kurê min yê din çû.”
 
‘Dema hat girtin em hatin gund’
 
Ferehnazê 15’ê sibatê wiha vegot: “Ez wê rojê li Bîrecukê bûm.  Çawa me bihist hatiye girtin em hatin gund. Her derê gund tije polîs û leşker bûn. Her der qerebalix bû. Me rewşa wî gelek mereq dikir. Divê ev tecrîd demildest bidawî be.”